QSD: 2 çeteyên DAIŞ’ê li Minbicê hatin girtin

Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2 çeteyên şaneyên rêxistina terorîst DAIŞ`ê ku beşdarî gelek êrişên terorîstî bûne, li bajarê Minbicê, girtin.

QSD: 2 çeteyên DAIŞ’ê li Minbicê hatin girtin
10 tîrmeh, 2023   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî girtina 2 çeteyên DAIŞ`ê li Minbicê daxuyaniyekê da.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Di operasyon bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat, yekîneyan çeteyê bi navê Macid Mihemed El-Mihemed El-Hîlal ku di sala 2016’an de tev li DAIŞ’ê bibû û di nava tabûra (stargehên leşkerî) û piştre jî ofîsa tenduristiyê de kar dikir, girtin.

Çete El-Hîlal bi gelek erkan di nav DAIŞ`ê de hatibû erkdarkirin, û heta rizgarkirina Baxozê di nav DAIŞê` de ma û ji wir kar bireve û demeke dirêj xwe veşart heta ku hat girtin.

Çeteyê din ê bi navê Hisên Hesen Şerîf jî di sala 2016’an de tev li nava DAIŞ’ê bû û di nivîsgeha Zekatê de kar dikir. Piştî ku bajarê Minbicê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin, ji Minbicê reviya û beriya ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve bê girtin, bi dizî li gel DAIŞ`ê xebitî.”

(şx)