Zêdetirî hezar leşkerên Polonyayê li ser sînorê Belarûsê tên bicihkirin

Wezîrê Parastinê yê Polonyayê Marius Blaszczak ragihand ku ew zêdetirî hezar leşkerên xwe ber bi sînorên bi Belarûsê re dişînin.

Zêdetirî hezar leşkerên Polonyayê li ser sînorê Belarûsê tên bicihkirin
9 tîrmeh, 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî nûçeya tora El Erebiye El Hedes, Marius Blaszczak têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek nivîskî weşandiye û ragihandiye ku zêdetirî hezar leşkerî û nêzî 200 yekîneyên artêşê ber bi rojhilatê welêt ve tên şandin.

Blaszczak anî ziman ku ev biryar piştî ku welatê wî yekşema borî ragihandibû ku dê 500 polîsan ji bo ewlekirina sînorên xwe bi Belarûsê re bişîne, hatiye girtin.

(c)