Dîmenê hedefgirtina ambulansê

Dewleta Tirk a dagirker li Qada Newrozê ya li ser Girê Miştenûrê yê li Kobanê ambulansek kir hedef.

Dîmenê hedefgirtina ambulansê
6 tîrmeh, 2023   12:25
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker duh saet di 16:50′an de Qada Newrozê ku lê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin a li ser girê Miştenûr ê Kobanê û kargeha boyaxê ya li başûrê bajêr topbaran kiribûn.

Piştî ku ambulans gihaşt cihê topbaranê, tîma tê de hat hedefgirtin û ajokarê ambulansê tevî hemşîrekî birîndar bûn. Birîndar bi ambulanseke din rakirin nexweşxaneya Kobanê.

Navên her du birîndaran wiha ne; Muslim Nebî Oso (25) û Sozdar Mistefa Osman (30). Rêveberiya nexweşxaneya ku her du birîndar lê tên dermankirin da zanîn ku rewşa wan baş e.

(fr/c)

ANHA