Li Şedadê merasîma oxirkirina şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Selman Mihemed El Ebdullah bi merasîmekê oxir kir.

Li Şedadê merasîma oxirkirina şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn
6 tîrmeh, 2023   12:05
 HESEKÊ

Bi dehan şênî, malbatên şehîdan, rûspiyên eşîran, endamên sazî û rêveberiyên sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selman Mihemed El Ebdullah dema li ser karê xwe bû li gundê El Işîteh ê Dêrazorê şehîd bûbû.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Kûtî di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya şopandina rêya şehîdan.

Rûspiyê eşîra El Qudat, Mahir El Metiryan jî bi navê Meclisa Rûspiyan a Şedadê got: “Xwîna zarokên we li erdê namîne. Ew ji bo azadî û rûmetê şehîd bûn. Em hemû ji bo serkeftin û azadiyê ji şehadetê re amade ne.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şeymaa El Mezîd jî diyar kir ku ala welat bi saya şehîdan li ba ye.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd Selman hat kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” de hat veşartin.

(c)

ANHA