Polîsên Yewnanistanê bi ser kampa penaberên Kurd de girt

Polîsên Yewnanistê vê sibehê girt ser kampa Lavrîoyê ya li Yewnanistan ku penaberên Kurd lê dimînin û zêdetirî 50 penaberên Kurd jê derxistin.

Polîsên Yewnanistanê bi ser kampa penaberên Kurd de girt
5 tîrmeh, 2023   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, polîsan di dema serdegirtinê de derî û pace şikandin û di nav de jin û zarok jî bi giştî zêdetirî 50 penaberên Kurd bi darê zorê ji kampê derxistin. Tê gotin ku dê destgîrkirî li kampên cuda bên veguhestin. Balkêş e ev serdegirtin beriya civîna NATO’yê hate kirin. Çapemeniya girêdayî hikûmeta Yewnanistanê jî penaberên siyasî yên Kurd weke “terorîst” pênase kir. Ev serdegirtin jî ji bo dewleta Tirk weke jestekê hate pêşkeşkirin.

Wezareta Penaberan a Yewnanistanê jî weke ku penaberan bi dilxwazî kamp vala kiribe daxuyanî da.

Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê jî diyar kir ev îddîa derew e û ji bo protestoyên îro banga tevlîbûnê kir. Penaberên li kampê dimînin û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê kiriyara polîsên Yewnan û Wezareta Koçberiyê şermezar kirin û wê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bidin. Her wiha wê Kurdên li Yewnanistanê îro saet di 17.00’an de li pêşiya Akademiya Atînayê vê helwesta polîsên Yewnansitanê protesto bikin.