Dagirkeran2  kalemêr û zarokek revandin

MÎT′ê û çeteyên wê 2 kalemêr û zarokek revandin û 250 darên zeytûnan li kantona Efrînê ya dagirkirî şewitandin.

Dagirkeran2  kalemêr û zarokek revandin
5 tîrmeh, 2023   12:09
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya dagirkirî di nava çeteyên dewleta Tirk de alozî û nakokiyên mezin hene. Li aliyê din sûcên revandinê li dijî xelkê herêmê û şewitandina darên zeytûnan dewam dikin.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî, dewriyeyeke hevbeş a îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên ′Polîsên Sivîl′ ên girêdayî wê, 2 kalemêr revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Navên revandiyan wiha ne: Ezet Mihemed Tewîle (56) ê ji xelkê Cindirêsê û Îsmaîl Mihemd El Şêx Mistefa (63) ê ji xelkê Şiyê. Her wiha çeteyên ′Polîsên Sivîl′ zarokê bi navê Mursel Bozan Şêx Salih Berazî (15) ê ji gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ji nîvê gund revand û bir cihekî nediyar.

Li aliyekî din jî çavkaniyên din aşkera kir ku çeteyên ′Feyleq El Şam′ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker agir berda 250 darên zeytûnan ên du birayan; Ehmed û Nebî Gule Xeyrî yên ji xelkê Burc Heyderê yê navçeya Şêrawa.

Çavkaniyan diyar kir ku zeviyê agir hatiye pêxistin li rojhilatê gundê Burc Heyderê ye û rûberên mezin ji darên zeytûnan şewitîn.

(fr)

ANHA