Wezîrê Urdinê li Şamê ye

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî li Şamê ye. Di 5 mehan de ev serdana duyemîn a El Sefedî ye.

Wezîrê Urdinê li Şamê ye
3 tîrmeh 2023   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya hikumeta Şamê ragihand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad bi hempîşeyê xwe yê Urdinê Eymend El Sefedî re civiyaye.

Medyaya Urdinê diyar kir ku cîgirê serokwezîr û wezîrê karên derve û karên penaberan Eymen El Sefedî serdana Sûriyeyê kir. Di serdanê de bi Beşar Esed û gelek berpirsan re civiya.

Çaverê ye ku El Sefedî di serdana xwe de têkiliyên dualî, hewldanên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û dozên din nîqaş bike.

Ji meha Sibatê ve El Sefedî cara duyemîn e serdana Şamê dike û bi Esed re civiya.

Li Urdinê bi beşdariya wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad civîna Emanê ya şêwirê hatibû lidarxistin. Ev civîn ji bo temamkirina civîna şêwirê ya dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê, Urdin, Iraq û Misirê bû ku di 14′ê Nîsanê de li Ceda ya Erebistana Siûdî hate lidarxistin.

(fr)