Şehîd Zîlan li Til Birakê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi semînerekê li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê hat bibîranîn.
Bi boneya 30'ê Hezîranê ku salvegera 27'an a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye, Kongreya Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê semînerek da. Semîner li hola avahiya meclisa navçeyê bi amadebûna endamên saziyên sivîl û leşkerî hat dayîn.
Endama Koordînasyona Kongra Star a navçeyê Rexed El Hisên nameya şehîd Zîlan xwend û sinevîzyonek li ser şehîd Zîlan hat pêşandan.
Di dawiyê de beşdaran dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kir.
(bb)
ANHA