Meclisa Til Birakê êrişa zayendî ya li dijî zaroka efrînî şermezar kir

Meclisa Navçeya Til Birakê êrişa zayendî ya ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ya li dijî zarokeke 13 salî şermezar kir.

Meclisa Til Birakê êrişa zayendî ya li dijî zaroka efrînî şermezar kir
3 tîrmeh, 2023   12:45
QAMIŞLO

Meclias Navçeya Til Birakê  bi daxuyaniyekê êrişa zayendî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî zaroka 13 ya li Efrînê şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyan li pêş avahiya meclisê hat xwend.

Endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Leyla El Zexîn daxuyanî xwend û wiha got: "Dewleta Tirk a faşîst li herêmên dagirkirî sûcan li dijî zarokan dike. Rojane zarok tên qetilkirin û tecawiz li wan tê kirin. Herî dawî jî êrişa zayendî ya li dijî zaroka 13 salî bû.

Bi navê meclisê, saziyên wê yên leşkerî û sivîl van kiryarên dermirovî şermezar dikin. Ev kiryar dibin sedema bêîstîqrariya herêmê û ji bo vegerandina DAIŞ′ê û şaneyên wê yên terorîst ên veşartî re dibin alîkar.

Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku erkên xwe bi cih bînin û van sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin."

(fr/bb)

ANHA