Protestoyên li Fransayê 6 roj e didomin

Li Fransayê bûyerên ku piştî kuştina zarokekî 17 salî bi destê polîsan, dest pê kirin, di şeva 6’an de dewam kir.

Protestoyên li Fransayê 6 roj e didomin
3 tîrmeh 2023   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şeva şeşan de li tevahiya Fransayê 45 hezar jendirme û polîs hatin wezîfedarkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir di nava şevê de 157 kes hatin destgîrkirin. Li ser rêyan 352 caran agir hate dadan, 297 wesayit û 34 avahî hatin şewitandin.

Li banliyoya Creteîlê ya Parîsê, bi fîşekên hewayî êriş li ser avahiya dadgehê hate kirin.

Bi hinceta êrişên li ser dibistanan roja Duşemê li gelek bajaran dibistan wê girtî bimînin. Li gorî pênc şevên beriya niha di şeva şeşemîn de bûyerên gelekî mezin neqewimîn.

Bi hinceta binpêkirina pîvanên trafîkê di 27'ê Hezîranê de ciwanekî Cezayîrî Nahel M. ê 17 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin û piştre bûyeran destpê kirin.

Di şeva şeşemîn de nêzî 5 hezar û 300 wesayit, 10 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin. Agir bi zêdeyî hezar avahiyan hate xistin. Li ser qereqolên polîsan û jendermeyan 250 êriş hatin kirin. Zêdeyî 700 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

3 HEZAR Û 354 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Ji dema kuştina zarok û vir ve hejmara kesên hatin binçavkirin hate eşkerekirin. Hate ragihandin ku di nava şeş şevan de 3 hezar û 354 kes hatine destgîrkirin.

Di vê navberê de rastgirê tund Jean Messîha ji bo polîsê ku zarok qetil kir, kampanya da destpêkirin û 800 hezar euro kom kir. Hate ragihandin ku ev pere wê ji malbata polîsê girtî re bê dayîn. Gelek kesan ev helweseta rastgiran wek xelatkirina kuştina Ereban pênase kir û nerazîbûn nîşan da.

RASTGIRIYA TUND ZÊDE BÛ

Rastgirên tund ev bûyer ji xwe re kir firsend û bêhtir xwe nîşan dan. Li Lyonê komeke rastgirên tund li pêşiya şaredariyê li hev kom bûn û bi destwerdana polîsan hatin belavkirin. Koma nîjadperest dirûşmên "Fransa ya Fransiyan e" berz kirin.