Bîlançoya êrişên Îsraîlê giran dibe: 5 kuştî
Li gorî daxuyaniya dawîn a Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrişên Îsraîlê de 5 filistînî hatine kuştin û 27 jî birîndar bûne.
![Bîlançoya êrişên Îsraîlê giran dibe: 5 kuştî](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202307/092136_084358_flstyn.jpg)
Artêşa Îsraîlê vê sibehê êrişeke berfireh li wargeha Cinînê pêk anî. Li gorî daxuyaniya destpêkê ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di saetên vê sibehê de 3 filistînî hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne, rewşa 3 birîndaran giran e.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku bîlançoya kuştiyan giran dibe û da zanîn ku 5 kes hatine kuştin, 27 kes jî birîndar bûne û rewşa 7 birîndaran giran e.
Wezaretê daxuyand: "Di kêmî 10 saetan de 5 kes ji ber gulebarana hêzên Îsraîlê yên dagirker şehîd bûn. Bi vê yekê ji destpêka îsal ve hejmara şehîdan bû 185."
Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku niyeta wan a dagirkirina wargeha Cinînê tune ye. Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant destnîşan kir ku saziya parastinê ji bo hemû senaryoyan amade ye.
Li gorî malpera Yedioth Ahronoth a Îsraîlê "Di operasyona artêşa Îsraîlê ya bi navê Mal û Park de, leşkerekî Îsraîlê birîndar bû."
(bb)