​​​​​​​RJAK: Divê kujerên jinan werin cezakirin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bang li jinan kir ku li dijî siyaseta çewisandinê xwe bikin yek û xwest kujerên jinan werin cezakirin.

​​​​​​​RJAK: Divê kujerên jinan werin cezakirin
3 tîrmeh 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) der barê rewşa jinan a li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de RJAK’ê bang li jinan kir ku bibin yek û bang li aliyên peywendîdar ên herêmê jî kir da ku kujerên jinan ceza bikin.

Di daxuyaniya RJAK’ê wiha tê gotin: “Tevî guhertinên di hemû beşan de, rewşa jinan ya li Başûrê Kurdistanê piştî raperînê ber bi rewşek xirab ve çûye. Jin her tim dibin navên cûda û hincetên tên qetilkirin û tundî li ser wan tê kirin. Gelek caran jî sedema kuştinê bi xwe şewitandin, xeniqandin û hebûna nexweşiya derûnî ve girêdidin. Ev yek jî weke amêrek ji bo veşartina kujer ku zilamin tê bikaranîn.

Ji serê salê ve li gelek herêman, gelek dosyayên kuştin û tundiyê derketin, hemûyan jî xistin paş perdeyê. Ji bilî vê jî gelek caran kujer demek kurt tên binçavkirin û piştre tên azadkirin. Li vir rêz li yasayê nayê girtin, desthilatdariya eşîrtî, navbeynkariya partî û malbatî cihê qanûnê digre.

Bi hezaran bûyerên weke destdirêjiya zayendî, şikandina rûmeta kes, îşkence, kuştin û gelek bûyerên din, li navendên yasa û rêxisitnên mafê mirovan û civaka sivîl hatine veşartin. Ev jî di pileya yekem de sedema zêdebûna tundiyê ye.

Rêjeya tundiya li hemberî jinan gihiştiye astek bilind, ev tundiya li hemberî jinan zêdetirî xwe di bin navê şeref, ol û gelek hincetên din tê kirin.

Divê jin berovajiyê van encamên ne zelal û têra çareseriyê nakin, xwe bi rêxistin bikin. Divê jin bi hemû cûdahiyên olî, îdeolojî, siyasî ji bo dawîkirina vê sîstema zordestî a li ser jinan tên kirin, hewldanên cidî bikin. Ji bo ku jin êdî bindest nemînin, yan jî weke mirovek di pileya duyemîn de nemîne, divê kujerên jinan li gorî yasayê bên cezakirin.”