ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-7-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-7-2023
2 tîrmeh 2023   23:00

Bavê şehîd Dilşêr Ehmed Pîrê yê di sala 1986'an de bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kir, got "Dema min ew dît 6 saetan ji me re axivî, lê ew saet mîna çend deqeyan bûn." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Heleb û Qamişloyê li dijî êrişên li ser pêşengên şoreşê banga xwebirêxistinkirinê li jinan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Efrînê ve, pêkanîna sûcan didomîne. Di 6 mehên pêşîn ên sala 2023'yan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 12 welatî kuştin, 173 welatî revandin û 6 avahiyên mêtingeriyê ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêmên Helebê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de dizî zêde bûye û êdî bi roj jî tê kirin. (BI WÊNE)

Piştî şerê di navbera Pûtîn û rêveberê Wagnerê de ku ji bo rayedarên Kremlînê wek qonaxeke siyasî tê dîtin, gelek pirsên li ser siberoja Pûtîn xwe didin der. (BI WÊNE)

Gerînendetiya Avê ya Hesekê têkildarî qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyekê dide saet I 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo şehîd Zîlan bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)