Tevgera zêde ya çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li eniyên gundewarê Helebê

Çavkaniyên leşkerî dan zanîn ku tevgera çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ên dewleta Tirk a dagirker li eniyên şer ên navçeya Şera û Şêrewa û gundên rojavayê Helebê zêde bûye. Hemwextî wê jî sewqiyatên leşkerî yên mezin ên hêzên hikumeta Şamê ber bi herêmê ve hatin şandin.

Tevgera zêde ya çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li eniyên gundewarê Helebê
2 tîrmeh, 2023   13:45
ŞEHBA

Çavkaniyên leşkerî dan zanîn ku piştî vekişîna çeteyên "Nûredîn El Zinkî" ji eniyên şer ên gundên navçeyên Şera û Şêrewa, çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" (Cebhet El Nusra ya berê) tevgera xwe li wir zêde kir.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Tehrîr El Şam" li gundên Fafirtîn, Kebaşîn û Basûfanê yên navçeya Şêrewa û gundê Meryemînê yê navçeya Şera ya başûrê Efrînê û gundên rojavayê Helebê bi cih bûn.

Ji nêzî 5 salan ve ev cara yekê ye ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên wiha mezin ber bi bakur û rojavayê Helebê ve dişîne.

Berî çend rojan hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî yên mezin ji gundewarê Hema û Şamê tevî bi hezaran leşker û hemû cûreyên çekên giran û tankan ber bi bajarokên şîî yên Nibul û Zehra, balafirxaneya leşkerî ya Minix û eniyên şer ên gundên navçeya Şêrewa ya rojavayê Helebê ve şandin.

Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" amadekariya destpêkirina êrişekê li dijî herêmên derdora navenda bajarê Helebê dikin ku hêzên hikumeta Şamê di 2019'an de ew kontrol kirine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî li eniyên şer tevgerên xwe zêde kirine û noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên kantona Şehbayê, gundên Şêrewa û yên rojavayê Helebê hedef digirin.

(mh/şx)

ANHA