Ji ber kêmkirina ava Firatê rûbera çandiniyê kêm dibe

Endamê  Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîd El Elî hişyarî da ku berdewama qutkirina ava çemê Firatê dê bibe sedema kêmbûna rûbera çandiniyê.

Ji ber kêmkirina ava Firatê rûbera çandiniyê kêm dibe
1 tîrmeh, 2023   23:35
REQA-EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a ku hejmareke herêm li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine ava çemê Firatê jî wekî çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne. Çema Firatê bi taybet di qada çandiniyê û sewalvaniyê de demara sereke ya herêmê ye.

Li gorî peymana di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hatiye îmzekirin, divê Tirkiye di saniyekê 500 metrekab ava çemê Firatê bide her du welatan, para Sûriye ji sedî 40 be û ya Iraqê ji sedî 60 be. Lê rêjeya avê ya ku Tirkiye niha dide 200 metrekab di saniyekê de derbas nake

Kêmbûna ava çemê bandor li jîngeh, masîgerî û sewalvaniyê kir û bû sedem ku rûbarên çandiniyê jî kêm bibin.

Endamê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîd El Elî got piraniya niştecihên Reqayê cotkar û sewalvan in û pêwîstiya her du qadan jî bi avê heye. El Elî anî ziman ku şerê avê yê niha tê meşandin şerekî aborî yê mezin e ku li ser ewlehiya xurekî ya herêmê gef e.

El Elî got: “Li gorî daneyên mewsima zivistanê, li Reqayê 800 hezar donim heye. Piraniya wê bi genim hatibûn çandin. Eger dewleta Tirk vî şerî berdewam bike em dê rûbirûyî karesateke aborî bin.”

El Elî diyar kir ku li herêmê amadekariyên mewsima çandiniya havînê tên kirin û diyar kir ku bi taybetî pembo û garis pêwîstiya hilberînan bi avê heye. Her wiha anî ziman ku li gel ku av kêm e, çandina mîna van hilberînên stratejîk dê di mewsima bê de paş bikevin.

Li gorî Ebdulhemîd El Elî, kêmbûna ava çem lêçûna çandiniyê zêde kir  û barê cotkaran giran kir, lew ra cotkar neçar in bîran bikolin.

Der barê plansaziya wan a havînê de endamê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîd El Elî ev agahî parve kirin: “Yekitî niha bi Komîteya Çandinî û Avdanê û Rêveberiya Bendavan a herêmê re koordîne dike da ku li gorî ava heyî plansaziyeke çandiniyê, deynin. Çaverê ye ku rêjeya di plansaziya çandiniyê de çandiniya havînê bi rêjeya ji sedî 30 û ya zivistanê bi rêjeya ji sedî 70 kêm bibe. Ev yek dê bandoreke neyînî li aboriya herêmê bike.”

(şx)

ANHA