Jinên ciwan: Em ê têkoşîna li ser xeta Rêbertî bidomînin

Jinên ciwan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên xwe yên li dijî herêmê wê nikaribe gel ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe û gotin: ''Em ê têkoşîna li ser xeta Rêbertiya xwe berdewam bikin."

Jinên ciwan: Em ê têkoşîna li ser xeta Rêbertî bidomînin
2 tîrmeh, 2023   00:54
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan bi çalakî û rêbazên cûrbecûr tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji zêdetirî 27 mehan ve tu agahî jê nayên girtin û her demekê li dijî wî "cezayên dîsplînî" tên derxistin, şermezar dikin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, pê ve girêdayî rola ciwanan di vê qonaxê de,  rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan ji ANHA'yê re axivîn.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir destnîşan kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û birîna "cezayên dîsiplînî" li dijî wî kiryarên ne rewa ne û got, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van kiryaran Rêber Abdullah Ocalan ji gelê wî dûr bixe û êdî gel tu carî serî hilnede û azadiya Rêbertî ji bîr bike.

'FIKRÊ RÊBERTÎ DI HUNDIRÊ ME DE HATIYE ÇANDIN'

Hêva Bekir bi bîr xist ku ji zêdetirî 2 salan ve dewleta Tirk a dagirker agahiyên têkildarî Rêbert Abdullah Ocalan nadaye û diyar kir ku li tevahî welatên cîhanê û li tevahî girtîgehan kirinên wiha qedexe ne.

Hêva Bekir anî ziman ku li hember tecrîdê berxwedaneke mezin li Îmraliyê tê meşandin û got: “Kes nikare fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji me qut bike. Fikrê wî di hundirê me de hatiye çandin û em bi saya wî dijîn û tê dikoşin.”

Hêva Bekir bal kişand ku Rêber Abdullah Ocalan mîraseke giranbuha da jinan û wiha domand: "Em ê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û rê nedin wê ku armancên xwe yên dûrxistina gel ji Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne."

'ÊRIŞ YEK JI SIYASETÊN TECRÎDÊ YE'

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Nadiya Yûsif got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo me jinên ciwan gelek tişt pêşkêş kirin û cihekî pîroz di civakê de ji me re peyda kir, tiştê ku wî ji bo jinan peyda kiriye tu kesî peyda nekir."

Nadiya Yûsif got, herêmên Kurdan rojane tên topbarankirin û di encamê de şênî bi taybetî jin şehîd dibin. Her wiha anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şehbayê û qetilkirina jinan li deverên dagirkirî bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne.

Nadiya Yûsif bal kişand ser pêngava "Jin, Jiyan, Azadî..Serbixe Azadî" û diyar kir ku ev pêngav dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidome û wiha dom da axaftina xwe: "Wekî Yekitiya Jinên Ciwan em dibînin ku erka me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe tiştekî bikin. Li ser vê yekê me pêngava 'Jin, Jiyan, Azadî..Serbixwe Azadî' ragihand. Em ê pêngava xwe berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin."

DIVÊ JIN XWE PERWERDE BIKIN

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd  Elya Mihemed got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û ji bo jinan di girtîgeha Îmraliyê de tê dikoşe û li ber xwe dide. Divê em jî xwe li gor fikrê wî bi rêxistin bikin û jinan li ser vê bingehê perwerde bikin."

Elya Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya siyasetên xwe yên tecrîdê gelê Kurd qir bike û got: "Lê tu carî nikaribe gelê me qir bike û îradeya me bişkîne."

Elya Mihemed da zanîn Yekitiya Jinên Ciwan dê rêxistinkirina jinan bi dirûşma "Jin Jiyan, Azadî.. Serbixe Azadî " bidomîne heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Elya Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Rast e em ji bo Rêbertî van çalakiyan li dar dixin, lê eger pêwîst bike em amade ne li eniyên şer li dijî dijmin şer bikin jî, ji ber ku azadkirina Rêbertiya me mafê me ye."

HEWLDANÊN ŞIKANDINA ÎRADEYA GEL TÊK ÇÛN

Berdevka jinên ciwan di Yekitiya Êzidiyan de Viyana Sîdo destnîşan kir ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina îradeya gel bi bin ketin û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide me ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe û îradeya me têk bibe, lê ew nizane ku me fikr û felsefeya Rêbertî kiriye bingeha xebata xwe."

Viyana Sîdo bang li ciwanên Êzidî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocakan têkoşînê xurt bikin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo ciwanên Êzidî gelek tişt kirin, ji ber wê jî divê ciwanên Êzidî jî ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

Viyana Sîdo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir got: "Em jinên ciwan dê li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan bimeşînin."

(mh)

ANHA