Dewleta Tirk di kêmî hefteyekê de 390 penaber dersînor kirin

DewletaTirk di çarçoveya polîtîkayên guhertina demgorafîk de, 90 penaberên Sûriyeyê dersînor kirin.

Dewleta Tirk di kêmî hefteyekê de 390 penaber dersînor kirin
1 tîrmeh, 2023   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker 90 penaberên Sûriyeyê di deriyê sînor ê Bab El Selame de dersînor kirin û kêmbûna belgeyên fermî yên penaberiyê wekî hincet nîşan da.

Li gorî SOHR, hejmara penaberên Sûriyeyê ku di kêmî hefteyekê de di heman deriyê re hatine dersînorkirin gihaşt 390 penaberî.

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de penaberên Sûriyeyê ji bo pêkanîna berjwendiyên xwe û guhertina demgorafiyê bi kar tîne.

Dewleta Tirk bi rêya avakirina avahiyên mêtingeriyê ya bi desteka rêxistinên îxwanî guhertina demgorafiyaya herêmên dagirkirî didomîne.

SOHR'ê di 27'ê Hezîrana borî de diyar kiribû dewleta Tirk a dagirker di 72 saetên dawîn de zêdetirî 300 penaberên Sûriyeyê bi darî zorê dersînor kirin. Hejmarek penaberên hatine dersînorkirin li kampa Kilisê hatibûn destgîrikirin.

(mh)