Dengekî ji dîrokê mayî: Ebû Fadilê dengbêj

Bi dengê xwe çandê, bi çeka xwe xaka welat diparêz e. Wekî klama xwe ya, “Ez bi Şengala xwe ya şêrîn ketim, dîsa van kevneperest û xayinan hicûmek dan Şengala min a şêrîn, kuştin kal û zarok û xityaran heta zarokên di pêçekê de.. ay Kurdo” rewşê vedibêje.

Dengekî ji dîrokê mayî: Ebû Fadilê dengbêj
2 tîrmeh, 2023   03:17
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Ebdulmenaf Hisên Osman (60) an jî bi navê ku di nava civakê de tê zanîn Ebû Fadilê Dengbêj, li Gundê Um El – Firsan ê li başûrê Qamişloyê dimîne. Ji 12 saliya xwe ve dengbêjiyê dike.

Ew jî weke gelek dengbêjên Kurdistanê di navbera bûyer, çîrok, serpêhatî û jiyana civaka xwe ya demên borî û roja îroyîn de bûye pirek. Nexasim ji denbêjên wekî Evdilo (Bavê Hesen), Remezano, Silo Koro, Beşîro, Emîno û Demir Elî ku niha jiyan nakin re maye, di civatan de bi hevre klam gotine.

Dema me li ser xebatên hunerî lêkolîn dikir, di radyoyê de ji dengê Ebû Fadil jî klamek guhdar kir û bala me kişand. Lewma me xwest hem serpêhatiya wî zanibin, hem jî bi awayekî zindî klaman guhdar bikin û bi riya wan di nava rûpelên dengêjiyê de rêwitiyek bikin.

Li mala xwe ya gundê Um El-Firsan em bi kêyfxweşî pêşwazî kirin. Li hewşa malê tenûra parçeyek çanda Kurdan, çardaxa bi mêwa tirî hatiye xemilandin û mirîşka ku çûçikên wê li dorê kom bûne mirovan ber bi paşerojê ve dibe. Di nava vê dîmena xweşik de klamên Ebû Fadil jî em di nava rûpelên civatên bi denbêjan zindî dibûn gerandin.

Li hewşa malê em bi Ebû Fadil re ketin nava sohbetek kûr. Ew bixwe 60 salî ye û ji 12 saliyê ve klaman dibêje. Her wiha çîrok, çîvanok û destên Kurdan gotine. Yanî 45 salên xwe bi vegotin û belavkirina perçeyek çanda kurdewarî borandine. Di zarokatiya xwe de gelek dengbêj guhdar kirine, bi gelekan re tevlî civatan bûye, klam gotine.

Li gel hevalên xwe yên tembûrvan li gelek gundên herêma Cizîrê, bajarên weke Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê geriya ye, di civatan de klam û çîrok gotine. Li kêleka denbêjiyê, ji bo debara jiyanê jî, karên çandinî, avdanî û hemaltiyê kirine. Her gerek gundan û karên wî di heman demê ji bo wî bûne îlhama klaman. Klam bi hevkariya hevalên xwe tomar kirine û wekî kaset derxistine.

Ebû Fadil dibêje, “Ez û hevalên xwe yên tembûrvan ji bo lidarxistina rûniştinên dengbêjiyê, li gelek gund, bajarok û bajaran geriyan e. Televîzyon tune bûn, xelkê jî pir mereqa me dikir. Me pê re jî kasêt tomar dikirin. Min çîrokên berê yên weke Derwêşê Evdî gotine.”

KLAMA ŞENGALÊ

Ebû Fadil tenê di dîrokê de nemaye, bûyer, êş û berxwedaniyên dema nû jî, bûne mijara klamên wî. Yek ji êş û berxwedaniya ku herî zêde bandor li Ebû Fadil kiriye jî, komkujî û berxwedana Şengalê ye. Ev bandor jî bi klamekê aniye ziman. Çend bendên ji klama Şengalê wiha ne:

Ez bi Şengala xwe ya şêrîn ketim,

Dîsa van kevneperest û xayinan civînê xwe çêkirin,

Hicûmek dan Şengala min a şêrîn,

Kuştin kal û zarok û ixtiyaran heta zarokên di pêçekê de.. ay Kurdo`

KLAM VEGUHERANDIN PÊKANÎNÊ

Dengbêjan li gorî şert û mercên xwe tenê karîbune êşên civakê bînin ziman, hawarê ragihînin û bang bikin. Bi vî rengî dîrok û çand jî parastine. Ebû Fadil jî vê kevneşopiyê didomîne, lê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gavek din jî avêtiye. Bi klam sînordar nemaye û ji sala 2014’an ve di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cihê xwe girtiye. Di saziyên hunerî de kar nake, lê denbêjiyê li nava hevalên xwe berdewam dike. 

ANHA