​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû

3'yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a  jinên ciwan di roja duyemîn de bi çalakiyên werzîşî bi dawî bû.

​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala Şehîd Zîlan de bi dawî bû
1 tîrmeh, 2023   18:22
ŞEHBA

3'yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a çand, huner û wezîşê ya jinên ciwan duh bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, Serbixwe Azadî" li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê kiribû. Di roja yekemîn de helbest hatin xwendin û komên stran, dîlan û şanoyê daketin ser dikê û hunerên xwe nîşan dan.

Festîval di roja duyemîn de bi çalakiyên werzîşê bi dawî bû. Çalakî ku li Stada gundê Babnisê bi beşdarbûna tîmên werzîşê û amadebûna bi dehan şêniyan hat lidarxistin.

Destpêkê maratoneke biskilêtan di navbera jinên ciwan ên bi navên Mîrav Silêman, Narîn Ekeş û Sumeya Qasim de hat lidarxistin. Narîn Ekeş bi ser ket. Her wiha di navbera tîma Berxwedan û tîma Malbatên Şehîdan de lîstoka şîşê (birc) hate lidarxistin û tîma Berxwedan bi ser ket.

Dûre di navbera tîma Til Qirah û tîma Ehdas de lîstoka kişandina ben hat lidarxistin û tîma Til Qirah bi ser ket. Tîma Til Rifet û tîma Zenûbiya yên fotbulê li hemberî hev lîst û tîma Zenûbiya bi ser ket. Her wiha pêşbirka  bazdanê di navbera Berfîn Xelîl û Yesmîn Momo de li dar ket û Berfîn Xelîl bi ser ket.

Di dawiyê festîvalê de xelat li tîm û kesên serketî hatin belavkirin.

(zş/bb)

ANHA