Li Derayê hêzên hikumeta Şamê bi hev ketin

Li Derayê di navbera komên girêdayî hikumeta Şamê de şer derket û 3 leşker birîndar bûn.

Li Derayê hêzên hikumeta Şamê bi hev ketin
1 tîrmeh, 2023   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarê Newa yê gundewarê rojava yê parêzgeha Derayê di navbera du komên îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê de şer derket û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

SOHR diyar kir ku şer ji ber nakokiyên di navbera her du koman de qewimî û ragihand ku her du aliyan hêzeke leşkerî ya zêde belav kirin û rêyên bejar girtin.

Hate diyarkirin ku şer bû sedema ku tirs di nava sivîlan de çêbibe.

(bb)