Duh li Fransayê derdora hezar kes hatin destgîrkirin

Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand ku polîsan 994 kes li seranserî welêt destgîr kirine. Her wiha 45 hezar polîs û leşker û hin wesayît li bajarên cuda yên welêt belav bûne.

Duh li Fransayê derdora hezar kes hatin destgîrkirin
1 tîrmeh, 2023   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî çalakiyên protestoyî li Fransayê belav bûn, polîsa fransî îro ragihand ku duh 994 kes destgîr kirine. Li aliyekî din, aramiyeke baldar vegeriya taxa Nanterre ku xwe ji bo merasîma oxirkirina cenazeyê kurê kuştî amade dike. 

Hemwextî wê, hêzên destwerdan û lêgerînê ku hêzeke taybet a polîsan e, gihaşt taxa navborî.

Fransa 45 hezar polîs û hin wesayît li kolanan belav kirin, piştî ku duh li gelek bajarên Fransayê bûyerên tundiyê qewimîn.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bikaranîn mirina ciwan di gûrkirina tundiyê û hedefgirtina saziyên dewletê de şermezar kir.

Macron di civînekê de li gel şaneya aloziyê duh got: “Bikaranîneke nayê qebûlkirin ji vê bûyerê re heye. Em wê şermezar û red dikin. Di vê demê de divê em hêviyê û rêzadiyê bi cih bînin. Li beramber wê, ez wan kesên ku vê rewşê bi kar tînin da ku tevliheviyê belav bikin û saziyên me bikin hedef şermezar dikim. Berpirsyarî ya wan e. Ez bi tundî vê tundiya bê sebeb û ne rewa şermezar dikim.”

Wezîrê edlê yê Fransayê Éric Dupond-Moretti got hikumetê biryarek daye ku bang li desthilata dadgehî dike ji bo ku cezayên herî giran li kesên destê wan di bûyeran de heye bibire. Her wiha diyar kir ku divê malbat, berpirsyariyên xwe yên malbatî bînin cih yan jî dê rûbirûyî berpirsyariya qanûnî bimînin.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku tawanên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY`yê ku polîsên Fransayê nijadperest in, ne rast in. Her wiha diyar kir ku Fransa û hêzên bicihanîna qanûnê yên girêdayî wê, li hember nijadperestiyê tê dikoşe. Wezaretê daxuyand ku tu guman li ser vê pabendiyê nîn e.

Roja sêşemê ciwanê bi navê Nahel M. yê 17 salî li paytextê Fransa Parîsê dema ku wesayit diajot ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û bi hinceta ku guh nedaye hişyariyê hate kuştin.

(şx)