Balefirên şer ên dewleta Tirk sînorê Amêdiyê û gundên Biradostê bombebaran kirin

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên sînorê Amêdiyê û gundên Biradostê bombebaran kirin, heta niha ziyanên jiyanî û madî nediyarin.

Balefirên şer ên dewleta Tirk sînorê Amêdiyê û gundên Biradostê bombebaran kirin
1 tîrmeh, 2023   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên herêmî ragihand ku balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker sînorê Amêdiyê bombebaran kirin.

Her wiha got balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Kune Kotir û Bêcwanan yên ser bi Herêma Biradostê ya Hewlêrê bombebaran kirine.

Der barê ziyanên bombebaranê de hîna ti agahî nehatine bidestxistin.

(şx)