Pirspor: Avhewa ber bi xala bêveger ve diçe

Zanyareke avhewayê got dem nemaye, pileyên germahiyê di meha Hezîranê de li Pekînê rekor derbas kirin û pêlên germahiyê li DYA`yê çêbûn.

Pirspor: Avhewa ber bi xala bêveger ve diçe
1 tîrmeh, 2023   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporên avhewayê, dibêjin armanca demdirêj a parastina bilindbûna pileya germahiya erdê di sînorên 1.5 pileyî de, dûrî destan e. Nexasim ku gelek dewletan, nekarîn rê li pêşiya bilindkirina pileyên germahiyê bi rêya avêtina hin gavan negirt,

li gorî Xizmeta Guhertina Avhewayê ya Copernicus ku ji hêla Yekîtiya Ewropî ve tê fînanse kirin, navînî pileya germahiyê li ser erdê bi rojan asta 1.5 pile derbas kirk u zêdetirî astên beriya şoreşa pîşesazî ye.

Tevî ku beriya vê jî pileya germahiyê ev ast derbas kir. Lê ev cara yekemîn e ku li nîvkada bakur di havînê de ya ku di 1`ê Hezîranê de dest pêkiriye, vê astê derbas dike. Her wiha pileyên germahiyê yên deryayê yên meha borî hatine tombarkirin, astên di Nîsan û Gulanê de hatine tomarkirin derbas kirin.

Zanyara avhewayê ya zanîngeha New South Wales a Awusturalyayê Sarah Perkins-Kirkpatrick got; “Dem pir nemaye. Guhertin demê dixwaze.” Di dema ku şandeyên ji Çîn û DYA`yê amadekariyan dikin ku meha bê li hev bicivin, pileyên germahiyê di Hezîranê de li Pekînê rekor derbas kirin. Li DYA`yê jî pêlên germahiyê çêbûn.

Çîn û DYA`yê ji dewletên herî mezin ên ku jê gaz derdikevin û dibin sedema germahiya erdê.

(şx)