​​​​​​​29’ê Hezîranê; roja ku biryara asîmîlekirina Kurdan dan

Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Biryara bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, komar (Komara Tirkiyeyê) ber bi tîranî, înkarkirina hebûna Kurdan ve û di têkiliyên Kurd-Tirkan de ber bi pişaftina bi darê zorê ve bir, ji ber ku vê yekê têkiliyên Kurd-Tirkan bi yekcarî eciqandin, du gelên ji bo rizgariya neteweyî bi hev re şer kir.”

​​​​​​​29’ê Hezîranê; roja ku biryara asîmîlekirina Kurdan dan
29 hezîran, 2023   04:47
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî (1918), Kemal Ataturk “Şerê Rizgariya Nîştimanî” ragihand. Piştî sozên derew ên Ataturk ku li Bakurê Kurdistanê rêveberiyeke xweser bide Kurdan, Kurd jî tev li wî şerî bûn.

Ruxmî hewldanên Kurdan di şerê serxwebûnê de, Tirkiye ku nû hatibû damezirandin, maf û hebûna Kurdan înkar kir û wekî Tirkên ku li çiyayan dijîn, bi nav kirin. Pê re hewl dan bi rêya qedexekirina zimanê kurdî û ferzkirina zimanê Tirkî nasnameya wan tune bike. Her wiha navên herêmên wan guherandin û navên bi tirkî lê kirin, gelek Kurd neçar kirin ku navên xwe jî biguherînin û navên tirkî rakin.

Şerê Kurd-Tirkan ku 100 sal berê dest pê kiribû, ji ber nenaskirina maf û nasnameya Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve, dest pê kir. Peymana Sevrê (1920) mafê diyarkirina çarenûsê li herêmên wan da Kurdan. Lê belê bi Peymana Lozanê (1923) re Kurd ji nexşerêyê hatin derxistin.

AMADEKARIYÊN BIRÊXISTINKIRINA ŞOREŞEKE MEZIN

Xalid Begê Cibrî di sala 1920`an de Komeleya Azadiya Kurdistanê (AZADÎ) ava kir û ji bo rêkirina nameyên (muzakere) têkildarî mafê serxwebûna Kurdistanê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bi rêveberên Komeleya Vejîna Kurdistanê re koordîne kir. Komeleyê Kurdên Bakurê Kurdistanê komî hev kirin û bi wê yekê amadekariyên serhildana li dijî biryarên Kemal Ataturk hatin kirin.

Li aliyê din, Kemal Ataturk Meclisa Bilind a Ummeta Tirkiyeyê (Parlamentoya Tirkiyeyê) ava kir. Di meclisê de hin Kurdên mîna Hesen Xeyrî jî cih girtin. Xeyrî bi navê Kurdan muzakereyek şand Kongreya Lozanê (23`ê Tîrmeha 1923`an hat lidarxistin). Xeyrî îdia kir ku Kurd cudabûna ji Tirkan naxwazin, bi wê yekê kesên li kongreyê civiyane mijara serxwebûna Kurdistanê ji Tirkiyeyê betal kir.

Di 29`ê Cotmeha 1923`yan de damezirandina Komara Tirkiyeyê hat ragihandin û Mustefa Kemal Ataturk wek serokê wê hat diyarkirin. Vê yekê Kurd bi hêrs kirin. Li gel berdewamkirina siyaseta tirkirinê, êdî Kurdan û gelê herêmê nakokiyên xwe danîn aliyekî û amadekariyên pêkanîna şoreşeke mezin ku pê mafên xwe vegerînin, kir.

Rêveberên Komeleya Kurdistanê biryar da ku tevgera xwe bikin û li Kurdistanê şoreşê pêk bînin. Ji bo vê armancê jî rêveberên Kurdan li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê civiyan.

DARVEKIRINA RÊVEBER Û DAMEZIRÎNERÊN KOMELEYÊ

Desthilatkirina Tirkiyeyê bi tevgerên veşartî yên Kurdan hesiya û rêveber û damezrênerên komeleyê darve kirin. Komeleyê di civîneke xwe de Şêx Seîdê Pîranî wek serokê nû yê komeleyê hilbijart. Têkiliyên Şêx Seîd bi komele, rêxistin û eşîrên Kurdan re hebû. Şêx Seîd sala 1865`an li navçeya Balo ya Bakurê Kurdisanê ji dayik bûye.

ERKÊN DÎROKÎ

Wek amadekariyên pêkanîna erkên dîrokî û ji bo ku destek û piştgiriya Kurdan ji bo şoreşê wergirin, Şêx Seîdê Pîranî serdana herêmên Kurdisatnê kir û banga yekitî û tifaqê kir. Ruxmî hin nakokiyên neteweyî, Şêx Seîd lihevkirinên stratejîk bi Asûr, Suryan û Çerkezan re pêk anîn û bi hev re li hember dewleta Tirk ku siyasetên qirkirina komî û çewisandina çandên din dimeşand, bûn yekdest.

DESTPÊKIRINA ŞER Û RIZGARKIRINA GELEK HERÊMAN

Şêx Seîd li dijî dewleta Tirk gelek şer bi rê ve birin, di wan şeran de hejmareke mezin a leşkerên dagirker hatin kuştin û dîlgirti. Şervanên di bin fermandariya Şêx Seîd de êriş birin ser baregehên leşkerên Tirk û Dara Hênê (navçeyeke Çewlikê) rizgar kir û wekî paytexta demkî ya Kurdistanê hat diyarkirin.

Şoreşgeran deng veda û şoreş li 14 bajarên Kurdan belav bû. Gelek ciwanên eşîrên Kurdan tev li şoreşê bûn. Şêx Seîd biryara rizgarkirina Amedê da. Li hember vê biryarê, dagirkeran jî ji bo têkbirina şoreşê qanûn û hikum derxistin. Her wiha sewqiyatên mezin şandin herêmên şoreşgerên Kurdan.

DORPÊÇKIRINA AMEDÊ

Bi deh hezaran şoreşgerên Kurd herêmên berfireh ên parêzgehên Mûş, Elazix, Betlîs û Amedê rizgar kirin û Amed dorpêç kirin. Lê belê ji ber hêza mezin a dagirkeran li Amedê, nikarîbûn bikevin bajêr.

Dewleta Tirk hêzeke zêdetir şand Amedê. Piştre sînor li pêşiya Kurdistaniyên alîgirên şoreşê li parçeyên din ên Kurdistanê girtin. Hêzên dagirkeriyê dorpêça Amedê şikandin, dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kir û şoreş têk bir.

RÊVEBERÊ ŞOREŞÊ ŞÊX SEÎD ÇAWA HAT GIRTIN?

Di Nîsana 1925`an de, Şêx Seîdê Pîranî û hejmareke endamên komîteya rêveber êvarekê li ser pira Çar Bihar a li Varto ya wîlayeta Mûşê li ser qiraxa çemê Firatê, di encama xiyaneta hevlingê Şêx Seîd û kurapê Xalid Begê Cebirî “Qaso” de ketin kemînê. Wê demê Xalid Beg diçû Silêmaniyê da ku piştgiriyê ji Şêx Mehmûd Hefîdê Berzencî û Şimko Axa Şikakî bixwaze.

Piştî binçavkirina Şêx Seîd û 46 rêveberên şoreşê. Di dawiya Gulanê de dadgehkirina wan dest pê kir û mehekê dirêj kir. Şoreşger bi biryara dadgehê hatin bidarvekirin.

'NEVIYÊN MIN DÊ ŞERM NEKIN'

Rêveberê şoreşê Şêx Seîd û hevalên wî di 29`ê Hezîrana 1925`an de li Amedê hatin darve kirin. Şêx Seîd li sêdarê bi serbilindî got: “Eger ez bimirim jî her Kurd kêfxweş e, dê Kurdistanê ji çavên we derxin. Min dawî li jiyana asayî anî. Ez ne poşman im ku ez jiyana xwe di oxira welat û gelê xwe de feda bikim. Neviyên min dê li pêş dijmin şerm nekin.”

Piştî ku agahiya darvekirina Şêx Seîd belav bû, berxwedana li hemû eniyan rawestiya. Dewleta Tirk yekser dest bi darvekirina û sirgûnkirina bi hezaran serok, paşa, beg, serokeşîr, welatparêz û şoreşgeran kir.

Di pêvajoya tesfiyekirina şoreşê de, bi hezaran Kurd ji aliyê dagirkeran ve hatin darvekirin, bi sedan gund hatin şewitandin. Li gorî hin raporên têkildarî sûcên Tirkan ên wê demê, zêderirî 15 hezar Kurd hatin kuştin, 200 gund hatin rûxandin. Her wiha ji bo kêmkirina hebûna Kurdan li herêmên wan tedbîr hatin girtin, Kurd ber bi bajarên mezin ve hatin koçberkirin û li şûna wan Tirk hatin bicihkirin.

GULEYA 15`Ê TEBAXÊ; DESTPÊKA ÇALAKIYA MEZIN A KURDAN

Piştî têkbirina şoreşa Şêx Seîd, gelek şoreş û serhildan çêbûn mîna Serhildana Dêrsimê. Lê bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê re û teqandina guleya yekemîn di 15`ê Tebaxa 1984`an de li dijî dagirkeran, doza kurdî êdî bi rengekî zelaltir derket pêş. Pêngava 15`ê Tebaxê bû destpêka yek ji mezintirîn şoreşên li Kurdistanê. Pê re şerê çekdarî yê herî dirêj û herî stratejîk dest pê kir û heta roja me ya îro dewam dike.

Şoreşa PKK`ê li seranserê Kurdistanê deng veda û ji bo demokrasîxwazên li Kurdistan û cîhanê bû îlham. Lewma, hêzên kapîtalîst bi rêya piştgiriya Tirkiyeyê ji aliyê çek û îstixbaratê ve hewl da vê tevgerê tune bike. Her wiha ji bo tesfiyekirina rêberê şoreşê Abdullah Ocalan gelek komplo saz kirin.

Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de anku di heman roja ku çirûska şoreşa Şêx Seîd (1925) dest pê kiriye de, bi operasyoneke îstixbaratî ya herêmî û navneteweyî hat girtin.

Dadgekirina Rêber Abdullah Ocalan di 31`ê Gulana 1999`an de dest pê kir. Di 29`ê Hezîranê de jî dadgeha Tirkiyeyê biryara darvekirinê li Rêber Ocalan birî. Ev rewş dişibihe rewşa Şêx Seîd û tişên wê demê qewimîne bi bîra mirovan dixe.

Dewleta Tirk a dagirker bi vê siyasetê xwest bûyerên dîrokî bîne Kurdan û ev peyam da: “Me Şoreşa Şêx Seîd têk bir û rêveberên wê darve kirin. Em dikarin şoreşa PKK`ê jî bi birayar darvekirina Abdullah Ocalan têk bibin.”

Piştî biryara desthilata Tirkiyeyê li seranserê Kurdistan û cîhanê xwepêşdan derketin. Dewleta dagirker neçar ma ku biryara darvekirinê sivik bike û bi biryara girtina muebet biguherîne (Cotmeha 2002).

Ji dema binçavkirina Rêber Abdullah Ocalan de, desthilatên Tirkiyeyê yên li pey hev tecrîdeke giran li ser ferz dikin, bi wê yekê hemû qaûnên Tirkiyeyê û yên navneteweyî binpê dikin. Ev zêdetirî 27 meh in tu agahî ji Rêber Ocalan nayên wergirtin. Desthilata Tirkiyeyê bi ferzkirina cezayên dîspilînê” ku her 3 mehan carekê nû dike, hevdîtina malbatê û parêzeran qedexe kiriye.

ÎMRALÎ MÎNA TABÛTÊ YE

Girtîgeha Îmraliyê ku navê wê bi xirabî derketiye û şert û mercên ji bo têkbirina bunyaya fîzîkî û derûnî ya mirovan hatine amadekirin, veguheriye herêmeke leşkerî ya qedexekirî û tedbîrên ewlehiyê yên xurt lê hatine girtin. Li wir, pergaleke nû ji bo meşandina siyasetên qirêjtir ji bo şikandina îradeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Rêber Ocalan ji bo Îmraliyê dibêje; Mîna ku mirovekî bi saxî bixin Tabûtê.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya “Ji Dewleta Rahîban a Sumerê ber bi Şaristaniya Demokratîk ve” de dibêje: “Darvekirin, qirkirin û tunekirina hebûna Kurdan tê wateya ku deriyê herî girîng li pêş wan girtin. Pêdiviyên demê êdî qebûl nake ku Kurd biryara mirinê ji xwe re qebûl bikin. Biryara darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, komar (Komara Tirkiyeyê) ber bi tîranî, înkarkirina hebûna Kurdan ve û di têkiliyên Kurd-Tirkan de ber bi pişaftina bi darê zorê ve bir, ji ber ku vê yekê têkiliyên Kurd-Tirkan bi yekcarî eciqandin. Du gelên ji bo rizgariya neteweyî bi hev re şer kir.

Di dadgehê de min careke din qala 1925`an kir. Min tekez kir ku rêya saxlem ew e ku em dersan ji dîrokê derxin. Vê carê dê biryara mirinê ya li dijî îsyana Kurdan û li min hatiye birîn, veguhere aştiyê û biratiyeke xwedî naverok ku li serê komarê bibe bela. 

DIVÊ TÊKILÎ VEGERIN RÊGEHA BIRATIYA DÎROKÎ

Divê armanca her kesê ew be ku têkiliyên Kurd-Tirkan bi aştî bikevin rêgeha biratiya dîrokî û lêgerîna li yekitî û aştiyê.

Dema ku Ewropayê damezirandina komara Tirkiyeyê li Lozanê erê kiriye, Îsmet Înonu pirsgirêka Kurd nîqaş kir û rewş bi rengê 'Em Tirk û Kurd bi hev re …(…)' nirxand. Ev yek nîşan dide ku Kurd jî xwedî pêwîstiyên çandî ne, herî kêm nayên înkaarkirin. Bi vî rengî komar ji şaşiyeke dîrokî paşde vedigere.

Kurdan piraniya wextê û di dîrokê de her xizmeta Tirkan kir. Nabe ku berdêla wê bibe înkarkirina hebûn û bêparhiştina ji hemû mafên hemdem. Biryara mirinê li wan ferzkirin a mîna şûrê Demokles ne mimkun e. Divê li gorî vê mezinahiyê bin û bi pêkanîna pêdiviyên wê em biratiyê îsbat bikin.”

(c)

ANHA