​​​​​​​Nebîna ye lê 6 zimanan dizane û helbestan dinivîse

Dawûd Îbrahîm Rehal ê ji pêkhateya Ereb, ji zarokatiya xwe ve nabîne, lê ew bi israr fêrî 6 zimanan bû û helbestan dinivîse. Ew dixwaze nêrîna civakê li hember astengdar biguherîne û dijbêje “Her kes dikare di pêşxistina civakê de bi rolekê rabe.”

​​​​​​​Nebîna ye lê 6 zimanan dizane û helbestan dinivîse
29 hezîran, 2023   01:20
MINBIC

Dawûd Îbrahîm Rehal kesekî astengdar e û hewl dide nêrîna civakê ya li hember kesên astengdar biguherîne û ji bo beşên din ên civakê jî îsbat bike ku bi israrkirinê her tişt pêkan e.

Dawûd Rehal ji ajansa me re axivî û wiha behsa xwe kir: “Ez sala 1985’an li gundê Feres Xenam ê Minbicê hatime dinê, ez li Minbicê dimînim. Ji dema zarokatiya xwe de ez nabînim û ez bi zimanên erebî, îngilîzî, îbranî, kurdî, farisî û tirkî dizanim. Her wiha ez gelek cureyên helbestan dinivîsim.”

Têkildarî sedemên ku hiştine Rehal 6 zimanan fêr bibe, dibêje: “Pêwîstiya min heye ku ez tev li civakê bibim, israra min jî ji vir tê. Min ji xwe û civakê re îsbat kir ku kesên nabînin û kesên astendar jî xwedî hêz û derfet in û dikarin tev li civakê bibin, nêrîna li hember kesên astengdar biguherînin û di pêşxistina civakê de bi rolekê rabin.”

Rehal diyar kir ku ew bi rêya radyoyên bi zimanê îngilîzî weşanê dikin, fêrî wî zimanî bûye û wiha dom kir: “Di dirêjahiya 20 salan de, bi alîkariya hin mamosteyan ez baş fêrî îngilîzî bûm. Beriya ez fêrî zimanê îbranî jî bibim, min girîngî didayê, ji bo wê min li hin rêzefîlman temaşe dikir. Ji min re xweş û balkêş dihat. Min hinek tê de zehmetî kişand, lê min ji malperan jî sûd wergirt.”

Ji bo fêrbûna zimanên kurdî, tirkî û farisî jî, Dawûd Rehal dibêje: “Cîranên me yên Kurd û Tirkmen hebûn, ez ji wan fêrî her du zimanan bûm. Dema ez li herêma Seyde Zeyneb a Şamê bûm, li wê derê kesên dihatin herêmê bi farisî dipeyivîn, ez wê demê fêrî farisî bûm.”

Rehal anî ziman ku ew dixwaze her kesê teşwîq bike ku wek wî armancên xwe pêk bînin û got: “Kesên ku dibînin dikarin ji min zêdetir tiştan bikin, divê bi kesên astendar re bibin alîkar ji bo ku em welat û civaka xwe ava bikin.”

Rehal li ser Youtubeyê bi navê xwe kanalek vekiriye. Bi rêya wê kenalê hewl dide ciwanan teşwîq û hişyar bike. Rehal ji bo nivîsandina helbestan jî dibêje: “Ez bi helbestan êş û hêviyên xwe rave dikim. Tiştên bi nivîsên dibêjin nikarim bi diyaloga normal parve bikim. Hin mamosteyan alîkariya min kir. Her wiha bi rêya guhdarîkirina helbestan û perwerdekirinê ez fêr bûm û bûm helbestvan.”

(c)

ANHA