​​​​​​​Komîteya Şilêr zarokan ji bandorên şer bi dûr dixe

Xwesteka zaroka bi navê Evîn a lêgerîna li çanda xwe cihekî mezin ji demê wê dibe, berojavjî zarokên di temenê wê yan jî ji wê mezintir de ku saetên dirêj li kolan an jî bi telefonan re mijûl in.

​​​​​​​Komîteya Şilêr zarokan ji bandorên şer bi dûr dixe
29 hezîran, 2023   00:27
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Ruxmî Evîn Reşo ya 13 salî demeke kurt e serî li Navenda Komîteya Şilêr a Zarokan dide, lê perwerdeyên werdigire bandoreke erênî li jiyana wê kiriye.

/kr/uploads/files/2023/06/28/170252_-.webp

Evîn ji ajansa me re wiha got: "Ji mehekê ve serdana navenda komîteyê dikin, tevî ku ev demeke kurt e, lê ez bi hevalên xwe ve hatim girêdan û min ji fêrbûna li wir hez kiriye. Ew cihekî biarmanc e û li wir kêfxweş im."

Evîn wiha domand: "Min waneyên li ser rêzgirtin, ruhê hevaltiyê û çandê dîtin. Ez bi vê yekê kêfxweş im. Mîna berê xwesteka min a rakirina telefonê tune ye. Ji wê zêdetir ez hewl didin çanda xwe zêdetir bizanim. Ji ber ev yek sûdê li min dike û nasnameya min derdixe pêş."

′DÛRXISTINA ZAROKAN JI BANDORÊN ŞER′

Evîn yek ji zarokên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê ku gelek alozî dîtine; şerê li her du taxan ê di navbera 2012 û 2016′an de, krîza erdhejê ya li gelek herêmên Sûriyeyê û Tirkiyeyê ya di 6′ê Sibatê de."

Ji bo dûrxistina zarokan ji van bûyeran, Komîteya Şilêr a Zarokan di 12′yê Adarê de şaxek li txa Şêxmeqsûdê vekir û dewreyên perewdê dide zarokan.

Ne tenê perwerde di aliyên zanistî de ne, lê belê di aliyên lîstik û tenduristiyê, şîrovekirina ruhê hevaltî, çand û exlaqê û girîngiya paqijiya şexsî de ne jî.

Hemwextî dewama dibistanê zarok serî li navendê didin, lê bi destpêkirina betlaneya havînê re, zarok, ji bilî roja înê, dikarin rojên hefteyê serî li navendê bidin. Saet ji 10′an sibehê heta 3′yê berêvarê.

Nêzî 50 zarokên temenê wan di navbera 7 heta 13 saliyê de serî li navenda Komîteya Şilêr a Zarokan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê didin.

′TEVLÊBÛNEKE MEZIN′

/kr/uploads/files/2023/06/28/170306_-.webp

Endama rêveber a Komîteya Şilêr a Helebê Semîre Bekir ji ajansa me re got komîteya her tim hewl dide zarokan hembêz bike  û wiha domand: "Em hemû zarokan bê cudahî pêşwaz dikin. Armanca me ya yekane zarokan ji bandorên şer û kolanan bi dûr bixin."

Semîre wiha pê de çû: "Piranî zarok demên xwe li kolanan derbas dikin. Ji bo têkbirina vê diyardeyê, komîteyê deriyên xwe li pêş zarokan vekirin, da ku wan bi zanistê û zanînê dewlemend bikin û demên wan tijî bike."

Semîre da zanîn ku zarok bi awayekî mezin tev li perwerdê dibin, her wiha zarok hewl didin perwerdeyên werdigirin li ser erdê pêk bnin û êdî ji telefonan bi dûr dikevin.

Ji ber ku cih teng e û ji ber tevlêbûna mezin a zarokan, Komîteya Şilêr a Zarokan plan dike ku di demeke nêz de navendê fireh bike.

(fr)

ANHA