​​​​​​​‘Dewleta Tirk hewl dide projeyên demokratîk tune bike’

Parêzer û rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan projeyên demokratîk li Rojhilata Navîn tesmîl dike û got dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê  hewl dide van projeyan tune bike.

​​​​​​​‘Dewleta Tirk hewl dide projeyên demokratîk tune bike’
28 hezîran, 2023   23:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Parêzer û rewşenbîrên herêma Cizîrê têkildarî tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Ocalan ferz dike, ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2023/06/28/165644_-large.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran-Şaxê Hesekê û şêwekar Ebdulxenî Mihemed Hisên destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan, tê wateya tecrîdkirin û zordestiya li gelê Kurd û got: “Dijminê gelê Kurd dijiminê civakê û doza kurdî ye. Tecrîda li dijî Rêber Ocalan zordestî û binpêkirina nirxên mirovan e.”

Mihemed Hisên diyar kir ku zulma li Rêber Ocalan tê kirin, li dij hemû qanûn û presnîbên Neteweyên Yekbûyî û firkên gelan in û anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo gelên ji mafên xwe yên rewa hatine bêparhiştin, têdikoşe.

/kr/uploads/files/2023/06/28/165625_-large.webp

Endamê Yekitiya Nivîskaran-Şaxê Qamişlo Selîm Mecîd Mihemed jî anî ziman ku “cezayên dîspilînê yên dewleta Tirk li Rêber Ocalan dibire, encama tirsa wê ji felsefeya Rêber Ocalan e û wiha dom kir: “Projeya demokratîk çareseriya yekane ya hemû aloziyên li Rojhilata Navîn e.”

Selîm bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide îrade û hêza ramanê fikrên Rêber Ocalan tune bike, bi wê jî armanc dike ku projeyên demokratîk, azadî û mirovahiyê tune bike û got: “Rêber Ocalan van projeyan li Rojhilata Navîn temsîl dike.”

/kr/uploads/files/2023/06/28/165702_-large.webp

Kawa Fatimê jî ku endamê Yekitiya Parêzeran-şaxê Hesekê ye dibêje: “Tu madeyek qanûnî ku cezayên dîspilînê yên dewleta tirk a dagirker li dijî Rêber Ocalan birîne, diyar dike, tune ne. Armanca dewleta Tirk mayîndekirina tecrîdê û qutkirina Rêbertî ji malbat, xizm, parêzer û cîhana derve ye.”

Fatimê wiha axaftina xwe berdewam kir: “NY nikare dewleta Tirk neçarî pêkanîna pîvanên mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî bike. Tu rol û hêzeke wê ya qanûnî ku dewleta Tirk neçar bike tune ye. Mijar vedigere dadgeha Mafên Mirovan a Lahay ya girêdayî Yekitiya Ewropayê, ji ber ku saziya yekemîn ku mafên girtiyên siyasî li seranserê cîhanê dişopîne Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ye.”

Fatimê destnîşan kir ku nûnerên komîteyên rêxistinên mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî ya girêdayî NY`yê, dikarin binpêkirinên mafên girtiyên siyasî û di nav de mafên Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike û rapora xwe ji NY`yê re hildin.

(c)

ANHA