F.HR.SY teqîna li Cisir Şixor şermezar kir

F.HR.SY teqîna li Cisir Şixor a li bejahiya Idlibê ku di encamê de sivîlan jiyana xwe ji dest da, şermezar kir û bang kir ku yekser kiryarên tundî û qetilkirinê li Sûriyeyê rawestînin.

F.HR.SY teqîna li Cisir Şixor şermezar kir
28 hezîran, 2023   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Federaliya Sûriyeyê ya Rêxistinan û Desteyên Mafên Mirovan ku ji 96 rêxistin û desteyan pêk tê têkildarî teqîna li sûka gel a li Cisir Şixor a Sûriyeyê di 25′ê Hezîranêde û di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Em Federaliya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, Rêxistin, Deste û Navendên Hiqûqî ya Sûriyeyê ku ev daxuyanî dane, me bi fikar û şermezarkirinê agahiyên êşê yên komkujiya li Cisir Şixor a bejahiya Idlibê ku saet di 10′an sibeha 25′ê Hezîrana 2023′yan de pêk hatiye ,bihîst.  Li Sûka gelêrî ya firotina sebzeyan a li Cisir Şixor teqînek çêbû, di encamê de gelek welatiyên sûriyeyî bûn qurban, bi dehan birîndar bûn, gelek çekdarên biyanî û sûriyeyî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Cisir Şixor.

Li gorî çavkaniyên tabyet bi federalî û çavkanyên medyayên dîjîtal ên cuda, teqîn an bi erebeyek bombebarkirî yanî bi erebeya tê de teqemenî û çekdar hene pêk hat. Yan jî li gorî hin çavkaniyan, teqîn di encama bombebarankirina balafireke şer a hikumetê û Rûsyayê çêbû. Di encam a nedawî de, di encama vê teqîna terorane de 11 kes hatin kuştin, di nav de 6 çekdar hene, her wiha zêdetirî 55 kes birîndar bûn, di nav de 11 çekdarên biyanî û sûriyeyî hene. Lê mixabin heta niha ji ber zehmetiya xwegihandin û peywendiyê, tu nav bi dest me neketin. 6 cenazeyên nenas hene, ji ber ku şewitî ne û hin welatî heta niha winda ne û bi dehan tûrên parçeyên laşên welatiyên nenas hene. Heta niha navên wan nayên zanîn.

Ev teqîneke giran û wêrantir bû û zirarên wê belav bû. Teqîn li pêş têketina sûka gelêrî ya Cisir Şixor çêbû.

Di encama vê teqînê de, zirarên madî yên mezin bi mal û milkên taybet û giştî de bûn, bi dehan erebe, motorsiklêt, dikan û avahî şewitîn.

Li gorî hin çavkaniyan saet 9′an heman roja teqînê mezreyên derdorê Idlibê li aliyê rojava hatin bombebarankirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û gelek birîndar bûn. Her wiha derdora bajarokê Bênîn ê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê jî hate bombebarankirin û di encamê de zirarên madî û windahî çêbûn.

Li aliyekî din jî komên muxalifê jî bi moşekan cih û kombûnên hêzên artêşa hikumetê li Seraqibê û herêmên derdora wê topbaran kirin.

Em F. HR.SY ên ev daxuyanî îmze kirin, sersaxiyê ji hemû welatiyên Sûriyeyî re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Her wiha em van kiryarên tundî, qetilkirin, siûqastkirin, revandinê şermezar dikin û bang li tevahî aliyên herêmê û navneteweyî yên têkildar dikin li hember gelê Sûriyeyê û pêşeroja herêmê bi erkên xwe rabin û çareyeke lezgîn ji krîza Sûriyeyê re bibînin. Ji lew re em bang dikin ev xebat pêk were:

Divê yekser hemû kiryarên tundî, qetilkirin û xwînrijandina li kolanên Sûriyeyê, ger jêderên wê çi dibin bila bin, werin sekinandin.

Divê komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe, yekalî, zelal bi beşdariya nûnerên ji F.HR.SY were avakirin ku hemû binpêkirinên li tevahî Sûriyeyê aşkera bikin û  berpirsên teqîna terorane ya li sûka Cisir Şixor ku di encam de qurbanî û birîndarên Sûriyeyê çêbûn, werin aşkerakirin. Da ku ew werin cezakirin.

Divê xebata gel û hiqûqî ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hebe ku li hember van xeteriyên zêde û kiryarên tundiyê bisekinin. Her wiha bi cidî li hember van kiryarên welatiyan qetil dikin an jî dibin sedema qetilkirina wan an jî çekdaran di nava sivîlan de vedişêrin an jî sivîlan weke mertalan bi kar tînin da ku armanc û berjewendiyên xwe yên şantajê li dijî aştiya şêniyan û jiyana hevbeş pêk bînin, bisekinin.

Tevahî siyasetên nijadperestiyê û encamên wê werin betalkirin û di çaroveya yekitiya Sûriyeyê xak û gelê wê de tawîzan bidin kesên zirar dîtine.

Divê rêxistin û desteyên têkildarî parastina nirxên welatî û mafên mirovan li Sûriyeyê rêbazên ewle û aştiyane pêk bînin û ji bo yekitiya civaka Sûriyeyê û pêşerojeke demokrat, wekhev û ewle ji tevahî welatiyan re bibin garantiyên rasteqîn."

(fr)