​​​​​​​Xelkê Kobanê: Divê malbatên şehîdan beşdarî darizandina çeteyên DAIŞ′ê bin

Xelkê Kobanê xwest ku malbatên şehîdan di darizandina çeteyên DAIŞ′ê de xwedî rol bin û divê darizandin li Qada Jina Azad a li Kobanê be.

​​​​​​​Xelkê Kobanê: Divê malbatên şehîdan beşdarî darizandina çeteyên DAIŞ′ê bin
29 hezîran, 2023   03:40
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10′ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dest bi darizandina çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî yên li gel wê girtî bike. Darizandin dê li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên taybet bi terorê be.

Têkildarî mijarê, xelkê Kobanê ji ajansa me re axivîn. Şêniyan bang kir ku di darizandina çeteyan de beşdar bin.

′DEMA HESABXWESTINÊ HATIYE′

/kr/uploads/files/2023/06/28/165919_-.webp

Welatiyê bi navê Fatme Muslim Îsmaîl bang ku divê rola malbatên şehîdan di darizandina çeteyên DAIŞ′ê de hebe û wiha got: "Dema hatiye ku çete û yên xwefirtone dewleta Tirk a dagirker berdêla komkujiyên li dijî zarokên me pêk anîne, bidin."

/kr/uploads/files/2023/06/28/165928_-.webp

Fatme Mihemed Îsa jî wiha got: "Beriya roj hilê mezin û biçûkên me serjê kirin, ji wan e bi wê dê vîna me bişikînin. Lê em ji berê bi hêztir bûn. Îro ew sûcdar di destê hêzên me de ne û dema hesabxwestinê û dema darizandinê hatiye. Divê li Kobanê û li Qada Jina Azad werin darizandin."

Fatme soz da ku ew ê tola şehîdan ji kesên destê wan di komkujiyan de heye, hilînin.

′ÇIMA WELATIYÊN XWE YÊN ÇETE DANARIZÎNIN′

/kr/uploads/files/2023/06/28/165954_.webp

Welatiyê bi navê Necme Kinco pirsî û wiha got: "Bi rêya kê çete derbasî herêmên me bûn, ma ne bi rêya dewleta Tirk a dagirker ku xaka me dagir kiriye û rojane êrişî me dike, derbas bûn? Çima dewlet welatiyên xwe nabin û danarizînin?"

Necme wiha domand: "Em ê bi rêya darizandina wan ku divê bi destê zarokên şehîdan be, tola şehîdên xwe hilînin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker me natirsînin û dê bersiva me tune be. Ji le wer divê her kesê ajantî ji dewleta Tirk a dagirker re kiriye, beriya dem derbas dibe, li xwe vegere."

/kr/uploads/files/2023/06/28/165942_.webp

Medîne Elî jî bang kir ku divê darizandina çeteyên DAIŞ′ê li gorî sûc û komkujiyên li dijî welatiyên herêmê kirine, be û divê dadger ji malbatên şehîdan bin, da ku dewleta Tirk a dagirker bizane çeteyên wê di pêkanîna planên wê de bi bin ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ′ê yên ji zêdetirî 60 dewletî ragirtî ne, lê heta niha ev dewlet di vegerandina welatiyên xwe yên çete de ku komkujî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine paşguh in û Rêveberiya Xweser bi tenê barê wan hildigire.

(fr)

ANHA