Li Idlibê 8 çete hatin kuştin

Di êrişên Rûsyayê yên li dijî gundewarên Idlibê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li Idlibê 8 çete hatin kuştin
27 hezîran, 2023   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê di saetên sibehê de nuqteyeke leşkerî ya çeteyan li herêma çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê bombebaran kir. Di encamê de 8 çeteyên koma ‘Tehrîr El Şam’ hatin kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê li derdora gundê Sercê yê li herêma çiyayê Zawiye 7 êriş pêk anîn. Her wiha derdora çiyayê Erbeîn ê li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî bi moşekan êrişî derdora bajarokê Bare yê li heman herêmê kir. Cihê hatiye bombekirin li nêzî baregeheke dewleta Tirk a dagirker e.

(c)