​​​​​​​YPS'ê li dijî tecrîdê çalakî kir

YPS'ê li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê çalakî kir û 8 wesayitên 'hevkarên rejîma faşîst' şewitandin.

​​​​​​​YPS'ê li dijî tecrîdê çalakî kir
27 hezîran, 2023   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Delal Amed a Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî kiriye û ev agahî parve kirin: “Şeva 22'ê Hezîranê saet derdora 02:00 li taxa Fener a navçeya Mûrat Paşa ya Antalyayê, 8 wesayitên hevkarên rejîma faşîst şewitandine.”

Di berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Heta ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li ser Rêber Apo dewam bikin, çalakiyên me yên li dijî hevkar û rejîma faşîzan wê dewam bikin. Li dijî vê hikumeta ku qirkirina Kurdan kiriye armanca xwe, em ê jî hemû dûvik û têkiliyên wan tespît bikin û êrîş bikin. Di rewşeke welê de ku gel di nava xizaniyê de ye, em ê desthilatdariya rejîma ku xwe ji faşîzmê xwedî dikin bi serê wan ve birûxînin."