Malbatên ji dagirkeran direvin xwe li herêmên Rêveberiya Xweser digirin

Piştî ku 256 malbatên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatin herêmên Rêveberiya Xweser, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezaa Mihemed destnîşan kir ku koçberiya ji wan herêman çêdibe, sûcên dagirkeran ên li dijî niştecihên wan herêman nîşan dide.

Malbatên ji dagirkeran direvin xwe li herêmên Rêveberiya Xweser digirin
27 hezîran, 2023   03:30
EYN ÎSA

Mîna xelkê herêmên din ên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî jî di nava şert û mercên zehmet de ne. Madeyên sereke yên jiyanî ji nan û avê bigire û heta sotemeniyê biha ne.

Li Girê Spî rewşa ewlehiyê jî xirab e, sûcên li dijî niştecihan dewam dikin. Ev yek şêniyan neçar dike ku malên xwe biterikînin û berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser ên nêzî wan, mîna Reqayê û gundewarên wê.

Meclisa Kantona Girê Spî duh agahî dabûn nûçegihanê me ku di 3 mehên dawîn de 256 malbatên ji Girê Spî hatine herêmên Rêveberiya Xweser.

Malbatên berê xwe daye herêmê, ji navenda bajarê Girê Spî, bajarokê Silûk, gundê Zeydî û hin deverên din ên kantonê reviyane herêmê.

/kr/uploads/files/2023/06/26/192903_.webp

Têkildarî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezaa Mihemed destnîşan kir ku zext û sûcên dagirkeran ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî zêde dibin.

Mihemed got: “Armanc ew e ku xwecihên wan herêman bidin koçberkirin, demografiya herêmê biguherînin, çeteyan li wir bi cih bikin û mal û milkên xelkê koçberbûyî li wan belav bikin.”

Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcan bi hêsanî dikin û got: “Bêhelwestiya hêzên navneteweyî rê dide vê yekê.”

Hezaa Mihemed der barê mekanîzmaya pêşwazîkirina koçberên ji herêmên  dagirkirî de jî got: “Li Kampa Til Semin a koçberên Girê Spî 6 hezar û 800 koçber dimînin û êdî nikare hejmarek zêdetir pêwşazî bike. Lewma koçberên nû ji wan herêman tên berê xwe didin bajarê Reqayê û gundewarê wê. Di navbera wan û malbat û eşîrên Reqayê de têkiliyên xizmtiyê hene. Bi wê yekê dikarin pêdiviyên xwe yên jiiyanî pêşwazî bikin.”

Li Girê Spî di 14 û 17`ê Hezîranê de ji ber rewşa jiyanî û ewlehiyê ya xirab û bihabûnê xwepêşandan derketibûn û daxwaz hatibû kirin ku çete pêdiviyên jiyanî yên xelkê mîna nan û avê kontrol nekin.

Bajarên Girê Spî û Serêkaniyê di  Cotmeha 2019`an de piştî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin dagirkirin. Li gorî daneyên Meclisa Kantona Girê Spî, di sala yekemîn a dagirkeriyê de ji 170 hezarî zêdetirî 100 hezar niştecihên kantonê berê xwe da bajarên Reqa, Tebqa, Kobanê û gundewarên wan.

Her wiha 6 hezar û 800 kes ji wan li Kampa Koçberên Girê Spî (Til Semin) ku Rêveberiya Xweser di 22`yê Cotmeha 2019`an de li nêzî gundê Til Semin (35 km li bakurê Reqayê) ava kiriye, bi cih bûn.

(c)

ANHA