‘Bi fikra jina azad em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin’

Jinên di saziyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kar dikin, tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê bi fikra jina azad azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

‘Bi fikra jina azad em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin’
26 hezîran, 2023   23:40
HELEB

Hevseroka Meclisa Perwerdeyê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Sûad Hesen tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Me hêvî dikir ku agahiyekê li ser tenduristiya Rêbertî bibihîzin. 27 meh e em tiştekî der barê wî de nizanin. Dewleta Tirk a faşîst cezayê dîsîplînê 6 mehên din dirêj kir."

/kr/uploads/files/2023/06/26/192655_-.webp

Sûad Hesen anî ziman tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e û wiha domand: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dê çareseriyan ji pirsgirêkên Rohilata Navîn û gelê Kurd re pêk bîne. Jin dê berxwedanê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

'BERXWDAN DÊ DEWAM BIKE'

/kr/uploads/files/2023/06/26/192742_-.webp

Berdevka Însiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Amine Xidro destnîşan kir ku li gel êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan heye û diyar kir ku tevî ku Komploya Navneteweyî dikeve sala xwe 25'an jî Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna ji bo gelên azadîxwazin, edalet û rûmetê didomîne.

Amine Xidro got berxwedan û têkoşîn dê dewam bikin, gel dê li dora projeya neteweya demokratîk kom bibe heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were û îradeya gelên azadîxwaz bi ser bikeve.

'EM Ê ŞOPDARÊN FIKRÊN RÊBERTÎ BIN'

/kr/uploads/files/2023/06/26/192705_.webp

Endama Kongra Star Mizgîn Reşîd jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê Kurd dike û bi van êriş û sûcan dixwaze me ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Em ê şopdarên fikr û felsefeya wî bin."

Mizgîn Reşîd diyar kir ku dê li qadan li ber xwe bidin û got: "Rast e Rêbertî bi fîzîkî ne di nava me de ye, lê rihê wî bi me re ye. Em ê ji Rêbertî qut nebin."

Mizgîn anî ziman ku jin dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wekî armanc deynin pêşiya xwe û dê heta pêkanîna vê armancê tê bikoşin.

'JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ DIVÊ HER JINEK ROLA XWE BI CIH BÎNE'

/kr/uploads/files/2023/06/26/192535_-.webp

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Reşa Elî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: "Wekî jinên ciwan erka ku dikeve ser milê me jinên hemû pêkhateyan perwerde bikin da ku rola xwe di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de bi cih bînin."

Reşa wiha pê de çû: "Em dizanin ku dijmin dê hedefgirtina tevgera jinan berdewam bike, ji ber ku dizane ku Rêbertî girîngiyeke mezin daye jinan û hişt ku roleke girîng di civakan de bilîzin. Bi fikrê jina azad em ê Rêbertiya xwe azad bikin."

(bb)

ANHA