'Em ê dagirker û nokeran têk bibin'

Şêniyên navçeya Çilaxayê diyar kir ku li dijî êrişan, hêza gel di birêxistinbûna li gorî şerê gel ê şoreşgerî de ye û got "Şêniyan çawa bi berxwedana xwe çeteyên DAIŞ'ê têk birin dê xayîn û dagirkeran jî têk bibin."

'Em ê dagirker û nokeran têk bibin'
27 hezîran, 2023   00:44
QAMIŞLO- BESNE ŞEMO

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û got li hemberî êrişan ew ê hevgirtin û rêgeza şerê gel ê şorşgerî bi pêş bixin.

/kr/uploads/files/2023/06/26/193025_-.webp

Husam Hisên ê ji pêkhateyê Ereb êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got bêdengiya li hemberî van êrişan nîşaneya tevkariyê ye.

'EM XWE NASPÊRIN TU HÊZAN'

Husam Hisên diyar kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew pişta xwe nadin tu alî û hêzan û wiha domand: "Em di wê baweriyê de ne ku hêza rasteqîn hevgirtin û birêxistinkirina gel di qadên siyasî, leşkerî û aborî ya li gorî şerê gelê ê şoreşgerî de ye."

/kr/uploads/files/2023/06/26/193013_-.webp

Evîn Îsa a ji pêkhateyê Kurd anî ziman ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkes mîsogerî ye û got: "Divê em destkefiyên ku bi xwîna keç û xortên me hatine bidestxistin ji dest nedin. Divê em nehêlin dewleta Tirk bi êriş û siyasetên şerê taybet xaka me dagir bike yan jî vîna me bişikîne."

Evîn Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe li hemberî siyasetên qirkirinê û şerê taybet li ber xwe bidin."

'BERXWDANA KU DAIŞ TÊK BIR DÊ XAYÎN Û DAGIRKERAN JÎ TÊK BIBE'

/kr/uploads/files/2023/06/26/193039_-.webp

Hisên Îsa jî yê ji pêkhateyê Kurd destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyan û xurtkirina têkoşîna li gorî şerê gel ê şorşegerî rêya yekane ya serketinê ye û got, şêniyan çawa bi berxwedana xwe çeteyên DAIŞ'ê têk birin wê dagirker û xayînan jî têk bibin.

/kr/uploads/files/2023/06/26/193055_-.webp

Fatime Esaf a ji pêkhateya Ereb jî anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê maf û nasnameya rasteqîn da jinan û tevahî pêkhateyan û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk dixwaze tirsê bixe nav şêniyan da ku îradeya gelê berxwedêr bişikîne, herêmê dagir bike, siyasetên tirkkirinê pêk bîne û demografiya herêmê biguherîne."

Fatime banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir û got: "Divê em li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi hêzên xwe yên leşkerî tevkar bin, ji êriş û siyasetên şerê taybet hişyar  bin û li hemberî van siyasetan bisekinin."

(bb)

ANHA