Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amarên xebatên xwe yên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê yên salekê di civîneke çapemeniyê de li Reqayê eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê eşkere kirin
26 hezîran, 2023   20:09
REQA

Di civînê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Edaleta Civakî, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid di serî de sersaxî da malbatên hemû şehîdan û der barê diyardeya belavbûna madeyên hişbir de axivî.

El Ebid bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyî kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin û vê diyardeyê têk bibin.

Bi navê Desteya Edaleta Civakî endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê Hesen El Ehmed destnîşan kir ku ew ji bo têkoşîna li dijî hişbirê xebatên xwe didomînin û ji bo tunekirina vê diyardeyê, hewl didin ku cezayê sûcdaran giran be.

El Ehmed bi navê desteyê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û beşa Têkoşîna Li Dijî Hişbirê kir.

Piştre, Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bîlançoya xwebatên xwe yên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê daxuyaniyek da.

General Elî El Hesen daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Diyardeya madeyên hişbir di nav civaka me de belav bûye nexasim ku dijminên civakê ji bo belavkirina hişbirê di nav civakê de dixebitin. Hemû beşên civakê hedef digirin bi armanca ku herêmê lewaz bikin û ewlehiya wê têk bibin.

Me ji bo têkoşîna li dijî hişbirê beşeke ewlekariyê ya taybet di 26-6-2022'yan û di Roja Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Cîhanê de damezirand û îro jî em xebatên xwe roj bi roj ji bo bidawîkirina vê diyardeyê zêde dikin. Bi rêya panel û çalakiyên bi hevkariya sazî û desteyên berpirs re em welatiyan ji vê diyardeyê hişyar dikin.

Hêzên me yên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê, ji bo rê li pêşiya vê diyardeyê bigire, tevî hemû beşên têkildarî yên hêzê, gelek bazirganên vê diyardeyê girtin, miqdarên gelek mezin ên madeyên hişbirê desteser kirin. Hejmara dozên di vî warî de hatine vekirin 522 bûn. Sûcdar û kesên têkiliyan wan bi van dozan heya tev hatin girtin; 6 bazirgan, hezar û 42 froşkar û 2 hezar û 68 bikaranînerên madeyên hişbirê. Hemû jî ji Dozgeriya Giştî re hatin veguhastin.”

Hêzê di daxuyaniya xwe de cure û miqdara madeyên hişbirê yên desteser kirine eşkere kir:

147 kîlogram Krîstalê mîs

302 kîlogra heşîş

148 cixareyên heşîşê

11 hezar û 880 derziyên hişbirê

838 hezar û 814 hebên Kiptagon

Milyonek û 818 hezar û 405 hebên cuda yên hişbirê

7 kîlo û nîv hîroyîn

41 şitlên heşîşê

170 şitlên xişxaşê

14 gram kokayîn

Di daxuyaniya hêzê de wiha hate gotin: “Bi saya hewldan û hevkariya tevhî beş, deste û saziyan ev xebatên han hatin pêkanîn û encamên çalak û berçav di vî warî de hatin bidestxistin.

Lê hîna rê li pêşiya me dirêj e û divê em bi hev re li hember vê diyardeyê bisekinin. Girîngiya şerê li dijî madeyên hişbirê, ji yê li dijî terorê ne kêmtir e ji ber ku ev diyarde rûyeke terorê ye.

Careke din teqez dikin ku em hazir in bi tevahî hewldanên li ser asta herêmî û navneteweyî têne meşandin hevkar bin. Ji ber ku ev diyarde li ser tevahî cîhanê xetere ye. Ji bo wê jî divê em bi hev re hem ferd hem sazî kar bikin û ji bîr nekin ku têkoşîna li dijî vê diyarfeyê, berpirsyariya her kesî ye.”

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên beşa têkoşîna li dijî madeyên hişbirê xelat kirin. Dûre, madeyên hişbirê bi çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şewitandin.

(mh/şx)

ANHA