Kurd dibin qurbaniyên serdanên Barzaniyan

Erdogan bi pêşwazîkirina rayedarên PDK'ê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî xwe wek piştevanê doza kurdî nîşan dide. Lê her hevdîtineke wan encamên xirab ji bo Kurdan bi xwe re tînin.

Kurd dibin qurbaniyên serdanên Barzaniyan
25 hezîran, 2023   02:50
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Ji dema ku dijminê herî xirab ê Kurdan Recep Tayyîp Erdogan di sala 2003'an de desthilata dewleta Tirk bi dest xist, rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di her boneyekê de diçin Tirkiyeyê û peymanan pê re îmze dikin. Ev peyman jî ziyanê digihînin Kurdan.

Di navbera Erdogan û serokê PDK'ê Mesûd Barzanî de têkiliyên xurt hene.

Rayedarên PDK'ê bi van têkiliyan serbilind in. PDK têkiliyên xwe yên siyasî û aborî bi dijminê herî xirab û hov ê Kurdan xurt dike. Tê zanîn ku ev dijmin anku dewleta Tirk a dagirker, di dirêjahiya dîroka xwe de şerê Kurdan kir û tevahî serhildan û şoreşên wan ên ji bo azadî û bidestxistina mafên xwe têk birin. Tevkariya hin Kurdan a bi dagirkerên Kurdistnaê re bû sedema parçebûna gelê Kurd û têkçûna têkoşînên wan a azadiyê.

PDK wekî lîstokekê di destê hêzên herêmê û navneteweyî de û armancên wan pêk tîne. Lê tevgerên din ên Kurdistanê yên ku îradeya xwe ya azad a xweser ava kirine, van têkiliyan dişopînin û dizanin ku dewleta Tirk ji navê Kurdistanê bi hêrs dibe, lewra jî gotina "Herêma Bakurê Iraqê" bi kar tîne.

Piştî her hevdîtineke rayedarên PDK û dewleta Tirk êrişên li ser Kurdistanê zêde dibin, bûyer careke din germ dibin û balafirên Tirkan dest bi bombebaranê dikin. Di van êrişan de Kurd dibin qurbanî.

Ruxmî têkiliyên dostanî yên rayedarên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker, lê rayedarên PDK'ê ji derketina Erdogan a li hemberî referanduma ku Başûrê Kurdistanê di payîza 2017'an de ragihandibû, matmayî ma. Erdogan wê demê Mesûd Barzanî wek xayîn bi nav kir û ev gef lê xwar; "Tevahî vebijêrk, wekî zextên aborî û gavên leşkerî yên bejahî û hewayî hene". Lê piştre dîsa têkiliyên xwe bi wan re xurt kirin.

PDK li derfetan geriya da ku dewleta Tirk razî bike û di operasyonên qirkirinê û êrişên wê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê destek da.

BARZANÎ: PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ BI KURDAN RE NÎN E!

Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirkerkirina Efrînê ya Adara 2018'an, komployên li ser Rojava zêde bûn. Di wê demê de dewleta Tirk nexşeya avakirina herêma dagirkirî ku wekî “herêma ewle" pênase dike, pêşkêş kir. Di navîna sala 2019'an de Nêçîrvan Barzanî hevdîtin bi Erdogan re pêk anî û ragihand ku têkiliyên wan dê derbasî qonaxa nû bibin.

Rayedarên Başûrê Kurdistanê di medyayê de fikarên xwe ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên 9'ê Cotmeha 2019'an anî ziman. Lê Barzanî got "Tu pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Kurdan re tune ne.

HEWLDANÊN PÊKANÎNA YEKITIYA KURDAN TÊK BIRIN

Bi armanca rizgarkirina gelê Kurd ji komkujiyan û ji bo avakirina yekitiya tevgerên siyasî yên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 2020 û 2021'an de însiyatîf ragihandin. Lê endamên Encumena Nîştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ya girêdayî PDK'ê mase quliband û berê xwe da Tirkiyeyê da ku perspektîfan ji wir bigirin.

Di 19'ê Sibata 2020'an de, ENKS'ê şandeyek ava kir û şand Tirkiyeyê. Şandeyê hevdîtin bi wezîrê karên derve yê wê demê yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu re pêk anîn.

Dewleta Tirk hewl da ENKS'ê wek "nûnera rewa ya Kurdên li Sûriyeyê" nîşan bide û êrişî hêzên din ên Kurdan kir. Piştî vê serdanê tevahî hewldanên avakirina yekitiya Kurdan têk çûn.

SERDANA EFRÎNA DAGIRKIRÎ CIHÊ QERFÊ BÛ

Di Mijdara 2020'an de ji berpirsên ENKS'ê Ebdullah Gedo serdana bajarê Efrînê yê dagirkirî kir û di dema berhevkirinê zeytûnan de di nava bax û baxçeyên zeytûnên cotkaran de yên ku tên talankirin, geriya. Çalakvanên Kurd qerfên xwe bi vê serdanê kirin.

Her wiha şandeya ENKS'ê serdana gorên çeteyên ku zarokên Efrînê qetil kirin, sûcên şer û qirkirina etnîk li dijî bi hezaran Kurdan pêk anîbûn, kir. Şande ji aliyê diz, sûcdar û qatilê Hevrîn Xelef serçeteyê koma ‘Ehrar El Şerqiye’ Hatim Ebû Şeqra ve hat pêşwazîkirin.

Ya balkêş, serokê PDK'ê Mesrûr Barzanî di Adara 2021'ê de bi germahî pêşwaziyê qatilê xelkê Efrînê li Hewlêrê kir û bi wan re “avakirina rêveberiyeke rasteqîn li rojhilatê Firatê" nîqaş kir. Li hemberî vê serdanê bertekên tund hatin nîşandan.

LI SER ŞERÊ LI HEMBERÎ KURDAN BI DIJMIN RE PEYMAN ÇÊKIRIN

Li gel êrişên dagirkeriyê ên li ser herêmê, Barzanî di sala 2021'an de xwest têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xurttir bike.

Barzanî û balyozê dewleta Tirk ê li Iraqê Fatih Yildiz hevdîtin pêk anîn. Her duyan geşedanên siyasî û leşkerî yên li ser asta herêmê gotûbêj kirin. Balyozê Tirk ji ber helwesta wê ya di şerê li hemberî Tevgera Rizgariya Kurdistanê spasiya PDK'ê kir. Barzanî jî ji ber kuştina leşkerekî Tirk li baregeha Başîqayê sersaxî da balyozê Tirk. Her du aliyan li ser şerê li dijî projeya xweseriya demokratîk a Şengalê li hev kir.

ROJAVA Û BAŞÛR DIHATIN TOPBARANKIRIN, BAZRANÎ LI ENQEREYÊ BÛ

Di kongreya ewlehiyê ya li Munichê de ku 21'ê Sibata 2022'yan de hatibû lidarxistin, çawaniya têkbirina PKK'ê mijara nîqaşê ya wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ê wê demê Hulusî Akar û Mesûd û Nêçîrvan Barzanî bû.

Akar ragihand ku wan di civînê de rewşa Iraq û Sûriyeyê nîqaş kirin û gihiştin lihevkirinekê. He wiha êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê rewa nîşan da.  Akdar anî ziman ku wan li ser girîngiya "têkbirina terorê" li hev kirine. Ev lihevkirin di beşdarbûna çekdarên PDK'ê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de eşkere bûn.

20'ê Çileya 2020'yan çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kirin ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê tê de ne. Ev êriş û plan di pêngava QSD'ê ya bi navê Gurzê Gelan de hat pûçkirin.

Hemwextî êrişê, dewleta Tirk a dagirker herêmên ji Minbic heta Dêrikê topbaran kirin da ku şervanên QSD'ê bi vekirina eniyên din mijul bike û di encamê de dorpêça li ser çeteyên DAIŞ'ê yên di sûrên girtîgehê de kêm bike.

Di demekê ku şêniyên herêmê şehîdên pêngava Gurzê Gelan dispartin axê, desthilata PDK'ê li şûna ku sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwaze, hevdîtin bi dijminên gelê herêmê re pêk anî û li ser amadekirina planeke nû li hev kir.

Kurdên Başûrê Kurdistanê ji bandorên vê serdanê dûr nebûn, lê dewleta Tirk navçeya Şêladizê ya Amediyê ya bajarê Dihokê û herêma Biradostê ya navçeya Sîdekanê ya bakurê bajarê Hewlêrê bombebaran kirin.

LI DIJÎ GERÎLAYÊN AZADIYÊ PLANÊN HEVBEŞ

Mesrûr Barzanî li şûna ku êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar bike û wan ji Başûr derxîne, di Nîsana 2022'ya de careke din hevdîtin bi Erdogan re kir. Vê care jî planeke hevbeş li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê amade kirin.

Saziya Parastina a PDK'ê koodînatên li ser gerîlayên HPG'ê dan MÎT'ê, rê ji wan re vekir û nuqte û tevgerên gerîlayan şopandin.

Diyar e ku desthilata PDK'ê di şantajkirina Kurdan û hembêzkirina dijminên wan de kêfxweş dibe. Di destpêka Hezîrana 2022'yan de Mesrûr Barzanî, stranbêjê Tirk ê nîjadperest Mustefa Cecelî vexwend şahiya derçûna xwendekaran ji Zanîngeha Amerîkayê ya li Dihokê. Cecelî dema êrişên dagirkirina Efrînê bi stranên xwe destek dabû artêşa Tirk û çeteyên wê.

BARZANÎ LI TIRKIYEYÊ Û LI BAŞÛR KOMKUJIYEKE DIN

Wekî me bi bîr xist, di her carekê de ku rayedarên PDK'ê diçin Tirkiyeyê, dewleta Tirk êrişî destkeftiyên Kurdan dike. Di Hezîrana 2022'yan de Nêçîrvan Barzanî ji bo bazarên siyasî û bazirganiyê yên nû hevdîtin bi rayedarên Tirk re pêk anî.

Dema hevdîtinên veşartî ku di odeyên tarî de dihatin kirin, balafirên dewleta Tirk dagirker avahiya Meclisa Gel a Navçeya Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Salih Xidir Naso û bapîrê wî Xidir Naso şehîd bûn û 6 kesên din jî birîndar bûn. Dîsa jî balafirên artêşa Tirk li navçeya Kelarê ya parêzgeha Silêmanî erebeyek kir hedef. Di encamê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî di nav de bi giştî 4 kes şehîd bûn û kesekî din jî birîndar bû.

KÎ LI PEY QETILKIRINA NAGÎHAN AKARSEL E?

Dema ku serokê MÎT'ê Hakan Fîdan li Hewlêrê bû, di 4'ê Cotemaha 2022'yan çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin. Di heman demê de balafirên dewleta Tirk li Şengalê li erebeyekê xist.

ÎBRAHÎM TATLISES SERDANA HEWLÊRÊ KIR

Stranbêj Tirk Îbrahîm Tatlises nêzî kantona Efrînê li kêleka Erdogan ji bo dagirkirina Efrînê bi stranan kêfxweşiya xwe anî ziman. Di Navîna 2023'yan de hemwexî ku Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve dihat bombekirin, Îbrahîm Tatlises piştî vexwendinê serdana Hewlêrê kir û bi girseyî hat pêşwazkirin.

DI HILBIJARTINANA DE DESTEK DAN ERDOGAN

Tevî ku Erdogan di tora yekemîn a hilbijaritnên serokkomariyê de bi ser neketin, lê Nêçîrvan Barzanî di 14'ê Gulanê de wî pîroz kir. Ji wê zêdetir medyaya PDK'ê  destek dida AKP'ê.

Di 3'ê vê Hezîranê de jî Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmê pîrozkirina Erdogan bûn û di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk qadên sivîlan ên Başûrê Kurdistanê bombe dikirin.

SERDANEKE NÛ Û KOMKUJIYEKE NÛ

Dema ku serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwendineke fermî serdana Enqereyê dikir û bi Erdogan, wezîrê nû yê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin pêk dianî, balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Tirbesepiyê erebeya Meclisa Kantona Qamişloyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de hevseroka meclisê Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn. Her wiha hevserokê meclisê Gabî Şamûn jî birîndar bû.

(bb)

ANHA