Di salvegera Komkujiya Kobanê de daxwazên darizandina çeteyan

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Kobanê di salevgera 8`emîn a komkujiyê de daxwaza pêkanîna edaletê, darizandina çeteyên DAIŞ′ê û danîna sînorekê ji dewleta Tirk a dagirker re dikin.

Di salvegera Komkujiya Kobanê de daxwazên darizandina çeteyan
25 hezîran, 2023   00:20
KOBANÊ - CUMA MIHEMED-NÎHAD KERHO

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amdekariyên darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ′ê yên li girtîgehên xwe dike, Kobanê salvegera 8′an a komkujiya 25′ê Hezîranê pêşwazî dike. DAIŞ′ê ew komkujî li bajarê Kobanê û gundê Berxbotanê pêk anî. Di salvegera 8`an a komkujiyê de malbatên şehîdan daxwaza edaletê û darizandina çeteyan dikin.

KOMKUJIYA HOVANE

Di 25′ê Hezîrana 2015′an de, bi dehan çeteyên DAIŞ′ê derbasî Kobanê û gundê Berxbotanê (27 km li başûrê Kobanê) bûn û li dijî gundiyan komkujî pêk anî. Di komkujiyê de 242 sivîl û 30 şervan şehîd bûn.

Kobanê wê demê nû ji DAIŞ′ê rizgar bûbû. YPG û YPJ′ê plana dagirkirina Kobanê têk biribû û gihaşt sînorê Tirkiyeyê û firehbûna DAIŞ′ê ya ku hêza yekemîn li Sûriye û Iraqê bû, sekinandibû.

Şervanan her wiha ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ′ê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên leşkerî dan destpêkirin, wê yekê jî hişt ku çete tolê ji Kobanê hilînin û komkujiyeke hovane pêk bînin. Armanca wan hejmareke mezin ji welatiyan qetil bikin, herêmê vala bikin û derbeyê li Şoreşa Rojava ku piştî şerê Kobanê derbasî qonaxeke nû bûye, bixin. Her wiha xwestin senaryoya êrişên 15′ê Îlona 2014′an a li heman bajarê vegerînin û YPG û YPJ′ê ji armanca wan a sereke ya şerê li dijî wan, bi dûr bixin.

Piraniya qurbaniyên komkujiyê jin, zarok û kesên temenmezin bûn. Gundî di saetên berbangê de bi dengê guleyan şiyar bûn, çete bi lez ketin nav kolanan û her kesê ku tev digeriya qetil kirin. Kolan bi cenazeyan, mal û kuçe jî bi xwînê tijî bûn.

BÎRANÎNEKE BIÊŞ

/kr/uploads/files/2023/06/24/183739_-1.webp

Helîme Mehmûd Hisên şahideke komkujiyê ye. Dema ku DAIŞ′ê li deriyê Murşid Pinarê erebeyeke bombebarkirî li nêzî mala Helîme ya li rex deriyê teqand, bavê Helîmayê Mehmûd û birayê wê şehîd bûn.

Helîme bi dilekî şewitî dibêje: "Nêzî saet 5`ê berbangê, em şiyar bûn û mala me tijî dûman bû. Ez derketim ber derî û min dît li pêş min jinek birîndar bûye. Min yekser pirsî ka bavê min!. Ji min re gotin şehîd bûye. Min dît bavê min li kêlek mala me li erdê ye û bi betaniyê hatiye pêçan. Min xwe avêt ser. Lê ez bi paş ve kişandim. Nehiştin ez wî bibînim. Ji ber ku ez biçûk bûm û çeteyan bi cenaze lîstiye."

Helîme wiha domand: "Min li birayê xwe geriya, min nedît. Piştî 3 rojan min bihîst ew jî şehîd bûye. Cenazeya wî jî ji ber teqîna erebeyê nedihat naskirin."

Plana çeteyên DAIŞ′ê ew bû ku bi desteserkirina deriyê sînorî yê bi Bakurê Kurdistanê re, kontrolkirina cihên stratejîk ku ji wir bikarin hertiştî hedef bigirin, careke din dagirkirina Kobanê bû.

/kr/uploads/files/2023/06/24/183754_-1.webp

Şemse Mihemed a ji taxa Kaniya Kurdan û yek ji dayikên ku lawekî xwe di komkujiyê de ji dest daye; endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Osman e, ku bi destê sekvanên DAIŞ`ê şehîd bû.

Şemse ew roj bi bîr anî û got: "Nêzî saet 5′an sibehê me dengê guleyan bihîst û gotin navçeya Sirînê rizgar bûye. Dema em derketin derve, hevjînê min got tiştekî din heye. Gule ne li hewayê dihatin avêtin, li malan dihatin reşandin.”

Şemse wiha domand: "Kurê min, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û li ser benda kontrolê ya têketina Kobanê bû. Wî ji  hevalê xwe re gotibû ew kesên derbas bûne ne şervanên YPG′ê ne, DAIŞ in. Kurê min xwest wê yekê piştrast bike, li motorsiklêta xwe siwar bû û heta nêzî dibistana keçan da dû wan û li wir çeteyan ew sûîqast kir û şehîd bû. Kurekî min din jî li rex deriyê sînor bû. Piştî teqîna erebeya bombebarkirî li nêzî deriyê sînor, ez li ser wî tirsiyam.

Piştî çend deqeyan em derketin, me dît cîraneke me yê birîndar bûye ber me vet ê. Min jê pirsî çi bûye, got; çeteyên DAIŞ′ê derbasî bajêr bûn û welatiyan qetil dikin. Min bi lez birîna wî derman kir. Lê dema DAIŞ′ê gihaştina taxa me jî, 4 li ser erebeyekê bûn. Kurekî min lez kir û çeka xwe rakir û bang li xelê taxên kir ku alîkariya wî bikin. Ji tevahî aliyan ve ew çete hedef girtin. Lê piştî wê ew ber bi deriyê sînor ve reviyan."

Şemse wiha berdewamî da axaftina xwe: "Em derketin ser sînor dûrî bajêr. Gelek birîndar gihaştin me. Dûre kurê min Mihemed hat û çav lê sor bûne- wî dizanî birayê xwe şehîd bûye-ji min re got; dayê gelek şehîd hene. Lê nikarî bigotina birayê min jî di nava şehîdan de ye. Lê bi şev, zarokên min li min civiyan û gotin Osman şehîd bûye. Bi berbanga roja din re, hevjîn û kurên min cenazyê Osman derxistin û gihand malê. Dûre me bi alîkariya şêniyan li derdora taxê veşart."

′DEWLETA TIRK BERPIRS E′

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ê çeteyên biyanî yên DAIŞ′ê yên li gel wan girtî ne bi awayekî aşkera, adil û zelal li dadgehên li herêmên xwe darizîne. Ev biryar piştî ku civaka navneteweyî bangên Rêveberiya Xweser ên vegerandina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ′ê bi cih neanî, hat dayîn.

Helîme Hisên dewleta Tirk û serokê wê Erdogan wek berpirsê komkujiyê nîşan da û wiha ev tişt gotin: "Erdogan me hedef digire, ew Kurdan hedef digire û tu cudahiya naxwe navbera sivîl û leşkeran. Li qirkirina Kurdan digiere. Ji lew re gelek welatî şehîd dibin. Gunehê me çi ye, em sêwî bin. Ev hemû, ji ber ku em Kurd dixwazin di bajarên xwe de bijîn û bi zimanê xwe biaxivin pêk tê. Dixwaze Kurd kole bin."

Helîme wiha dawî li gotina xwe anî: "Em dixwazin yên zirar ji çeteyan dîtine wan darizînin. Ger em heqê bixwazin, divê werin bidarvekirin. Lê Kurd bi dilovaniyê tên naskirin, bi qetilkirinê nafikirin, her tim hewl didin kesan biguherin û wan ji rêya şaştiyê bi dûr bixin."

Dayika Şemse jî wiha dibêje: "Îro û piştî wan zarok, jin û mêr şehîd xistin, dewlet qebûl nakin ku wan vegerînin. Bi çi heqî ew li vir tên hiştin, em vê yekê qebûl nakin."

Şemse anî ziman ku dewleta Tirk komkujî pêk anî û wiha dom kir: “Me bi çavên xwe dîtin ku çawa çete di sînor re derbas kirin. Me bi çavên xwe dîtin ku panzereke Tirkiyeyê li ser sînor sekiniye û 2 çete ber bi wê ve diçin, lê siwar dibin û diçin."

 Şemse banga darizandina adilane ji bo wan çeteyan dike û ev yek got: "Divê ew bi destê malbatên şehîdan werin darizandin. Divê em wan darizînin. Divê li pêş me bi hemû sûcên xwe îtîraf bikin."

Şemse tiştên DAIŞ′ê kiriye û tiştê dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî dike bi hev ve girê dide û dibêje: "Gelê Efrînê da koçberkirin û niha jî hemû li kampan e, bi awayekî rojane komkujiyan li dijî wan pêk tînin. Her wiha rewşa xelkê Serêkanî û Girê Spî yên dagirkirî jî heman e."

Şemse wiha dawî li gotina xwe anî û pirsî: "Ma ev mafên mirovan e? Gelo kes ji dewleta Tirk ditirse; dewletên Ewropa û NATO′yê hene. Çima kes ji wê nabêje bisekine. Kurd gelekî dîroka wan dirêj e. Çima me qebûl nakin, ev erdê mezinên me ye. Ger me êrişê wê kiriba, mafê wê ye. Lê ew êrişî me dike, komkujiyan pêk tîne û çeteyan ji bo qetilkirina me bi kar tîne. Divê sînorek jê re were danîn."

(fr/c)

ANHA