‎'kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye'‎

Endamên Meclisa Gitşî ya PYD′ê ya Şehbayê banga aşkerakirina rewşa li Îmraliyê kir û got ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye.  ‎

‎'kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye'‎
25 hezîran, 2023   01:33
ŞEHBA-ZAYNEB ŞÊXO

Endama Meclisa Gişt ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Şehbayê Îlham Mihemed li ser tecrîdê û rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Divê sedemên ferzkirina cezayên dîsplînê li ser Rêber Abdullah Ocalan werin aşkerakirin. Her wiha hinceta ku li gorî wê biryara dawî ya qedexeya hevdîtina 6 mehên din bi Rêber Apo re were diyarkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê desthilat hestiyariya raya giştî ya Kurdan bi cidî bigirin. Ev bûyer pir xeternak e."

/kr/uploads/files/2023/06/24/184110_lham-mihemed.webp

Îlham wiha domand: "Di 15′ê Sibata 1999′an de dema Rêber Abdullah Ocalan hate dîlgirtin anku ji 24 salan ve tecrîdeke giran li ser wî tê ferzkirin. Ew bi rêya tecrîdê hewl didin fikir û felsefeya wê neyê belavkirin. Ji ber ku kilîta çareseriyê di Îmraliyê de ye." ‎

Îlham wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê rewşa nixumandî û rewşa li Îmraliyê werin zelalkirin. Divê rêxistinên mirovî destwerdanê bikin."

‎/kr/uploads/files/2023/06/24/184126_wld-dngil.webp

Li aliyekî din jî endamê meclisa giştî ya PYD′ê Welîd Dîngilî wiha axivî: "Her diçe tecrîdê girantir dikin. Di vê dawiyê de jî 6 mehên din ji bo hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re neyên kirin, zêde kirin. Armanca wê jî herêma Rojhilata Navîn di şer û nakokiyê de be û tu çareserî ji dozên girêkê re neyên dîtin. Divê agahî ji Îmraliyê de werin girtin. Ev tecrîd bandorê di aliyê fîzîkî û derûnî de li her kesekî dike." ‎

Dîngilî diyar kir divê têkoşîn were bilindkirin û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan were belavkirin û projeya neteweya demokratîk were parastin û wiha pê de çû: "Têkoşîna me ji tecrîdê bihêztir e. Divê hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin."

‎/kr/uploads/files/2023/06/24/184033_eshad-menan.webp

Endamê meclisa giştî ya PYD′ê Esed Menan jî li ser mijarê wiha got: "Rêber Apo hewl dide projeya biratiya gelan pêk bîne, ne tenê li 4 parçeyên Kurdistanê, lê belê li tevahî cîhanê. Lê dewleta Tirk ji bo pêşî Ii wê projeyê bigire tecrîdê giran dike."

Menan bang li tevahî saziyên hiqûq kir ku li gorî qanûnên xwe tev bigerin û tecrîdê bi dawî bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 27 mehan ve tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran kiriye, ji 25′ê Adara 2021′ê ve tu agahî ji Îmraliyê de nayên wergirtin. Her wiha bi armanca bêparkirina Rêber Abdullah Ocalan ji ′Mafê hêviyê′ cezayên dîsplînê li dijî wî tên ferzkirin.

 ANHA  ‎