Kongra Star a Helebê civîna xwe 6 mehan li dar xist

Kongra Star a Helebê bi dirûşma “Bi giyanê Zeynb û Yusrayan em ê şoreşa jinan biparêzin û serkeftinê bi dest bixin” civînek li dar xist. Di civînê de kar û xebatên 6 mehan nîqaş kir û plansazî danî.

24 hezîran, 2023   15:57
HELEB

Di civînê de endamên Kongra Star, nûnerên saziyên sivîl û partî hazir bûn.

Civîn li hola Star Layt a Şiqeyf li dar ket. Di serî de, endama Koordîsayona Kongar Star a Helebê Fehîme Hemûn axivî û balkişand ser girîngiya li darxistina mîna van civînan ji bo derbaskirina kêmasiyan.

Dûre bernameya civînê dest pê kirk u endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa rapora 6 mehan a kongrayê xwend. Destpêkê Rûşîn tevahî şehîd bi bîr anîn û behsa rewşa Rêber Abdullah Ocalan, rewşa siyasî û rewşa jinan kir.

Têkildarî koordînasyonê û xebatên lidar ketine, ji bo pêşxistina rola jinan di pêşengiya civakê de, pêşxistina karê wê, beşdaran pêşiyarên xwe parve kirin.

Der barê berdewamkirina hemelyên hişyarkirinê û perwerdeyê de, endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê Nisrîn Mihemed wiha axivî: “Xebatên me tenê di çarçoveya hişyarkirina gel de di aliyê tenduristî de bû. Me perwerdeyên têkildarî tibê erebî dank u sûd li xelkê dike û derdoreke ewle dûrî nexweşiyan ava dike.”

Cîgira Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Arîn Henan axivî û wiha anî ziman: “Koordîne, plansazî, yek ji xebatên me yên bingehîn in ku berdewamiya wê dabîn kir. Pêşniyar dikim ku hemleyeke taybet a jinan têkildarî hevjiyana azad li dar keve û hemle domdar be.”

Endama rêveberiya Meclisa Gul Selom Xada Ednan got: “Xebatên me encamdar bûn. Rêjeya xwekuştinê gelek kêm bûye. Ew jî bi saya hemleyên hişyarkirinê ye ku em pê radibin. Divê xebatên me di vî warî de berdewam bikin ta ku ev diyarde, diyardeya zewcidandina zarokan bi temam jî holê radibin. Divê em hevalên mêr jî di perwerdeyan re derbas bibin.”

MISOGERIYA AZADIYA RÊBERTÎ Û XURTIRINA ROLA JINAN

Beriya civîn biqede, endama Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yusifê pêşniyarên ku hatine kirin, xwendin da ku piştre bibe plansazî û di pratîkê de pêk werin. Jê yên herî girîng, mezinkirina têkoşînê bi rêya lidarxistina çalakiyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berdewamiya lidarxistina perwerdeyan ji gel re, dewreyên perwerdeyê di nava Akademiya Kongra Star de, perwerdekirina mêran ji bo guhertina zihniyeta bavirksalarî, destekdayîn û vekirina projeyên taybet ên jinan, vekirina navenda astengdaran û vekirina navenda Weqfa Jinan.

(şx)

ANHA