Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Hesekê dest bi dayîna fatoreyan kir

Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Hesekê li 8 navendan dest bi dayîna fatoreyan cotkaran kir.

Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Hesekê dest bi dayîna fatoreyan kir
Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Hesekê dest bi dayîna fatoreyan kir
Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Hesekê dest bi dayîna fatoreyan kir
Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Hesekê dest bi dayîna fatoreyan kir
24 hezîran, 2023   15:15
HESEKÊ

Nivîsgeha Dirav û Peredanê ya Navendî li 8 navendên li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Dêrazorê dest bi dayîna fatoriyan kir. Nivîsgeha Hesekê jî dest bi dayîna fatoriyên genim kir.

Desteya Malî bi rêya vê nivîsgehê, hewl dide ku fatoriyên genim bide cotkaran li gorî nirxê ku ji bo her kîloyekê diyar kiriye (34 cent).

Xebatên dayîna pereyan li gorî lîste û fatoriyan dimeşin.

Cotkarê ji navçeya Til Temirê yê bi navê Mensûr El Keraf û Ebdulbaqî Mûsa yê ji Qamişlo, xebatên dayîna fatoriyan bi erênî nirxandin û diyar kirin ku nirxê Rêveberiya Xweser ji bo kirîna genim daniye, ji bo cotkaran adil e.

 

(şx)

 

 

ANHA