MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye belgeyeke rêkeftinê eşkere kir

MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye “belgeyeke rêkeftinê” eşkere kirin ku ji gelek rêgezan pêk tê. Her du hêzan, pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi tevlêbûna hêzên siyasî yên nîştimanî û demokratîk destnîşan kirin û gotin ew tevahî projeyên parçekirin û cudakirinê red dikin.

MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye belgeyeke rêkeftinê eşkere kir
MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye belgeyeke rêkeftinê eşkere kir
MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye belgeyeke rêkeftinê eşkere kir
MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye belgeyeke rêkeftinê eşkere kir
MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye belgeyeke rêkeftinê eşkere kir
24 hezîran, 2023   17:35
 QAMIŞLO

Di civîneke çapemeniyê de belgeya rêkeftinê hate ragihandin ku li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Qamişlo li dar ket.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, endama Desteya Rêveberiya MSD`ê Canda Mihemed, hevserokê MSD`ê Riyad Dirar bi rêya Zoomê ji paytexta Nemsa Viyanayê tev li civînê bûn. 
Her wina Koordînatorê Giştî yê Heyet El Tensîq El Wetaniye Hesen Ebdulazîm, endamên Nivîsgeha Rêveber a heyetê Ebdulqahar Siûd û Izet Mihêsin ji paytexta Sûriya Şamê tevî endamê Nivîsgeha Rêveber a heyetê Nûr El Ewakî tev li civînê bûn.
XALÊN SEREKE YÊN BELGEYÊ
Di belgeyê de, yekitiya axa Sûriyeyê, pêwîstiya sazkirina destûreke nîştimanî, redkirina projeyên parçekirin û cudakirinê, dîtina çareseriyekê ji aloziyê re bi rêya hêzên nîştimanî yên sûriyeyî, berhemên binerd û sererd ên gelê sûriyeyî ye, hatine destnîşankirin.
Her wiha teqezî bi rola pêşeng a ciwanan di pêşeroja Sûriyeyê de, hat kirin.
Belgeya rêkeftinê ya Heyet El Tensîq El Wetaniye û MSD`ê wiha: 
Îro ji ber siyasetên wêranker ên rejîma zordest û saziyên wê yên ewlehiyê ku welat gihand rewşeke metirsîdar ku hem li ser siberoja wê, hem jî yekparebûna xak û gelê wê gef hene, Sûriye rastî êriş û aloziyên kûr û li pey hev tê.
Ji ber wêraniya mezin, nebûna saziyên dewletê, têkçûna aborî, nîşaneyên xirabbûna tevna nîştimanî, nebûna pêdiviyên sereke yên jiyanê û rewşa xirab bi giştî, pêwîstî pê heye ku hemû îmkan û gelê Sûriyeyê bixin xizmeta guhertin û rizgarkirinê ji bo ku ji rewşa dewleta zordest-ewlehîperest bikevin rewşa dewleta nîştimanî-demokratîk. Her wiha ji bo ku serxwebûn û yekparebûna Sûriyeyê bê xurtkirin, gelê wê bikare kar û barên xwe bi azadî bi rê ve bibe. Ji ber ku pêvajoya heyî li ser me helwesteke nîştimanî û berpirsiyariyê ferz dike ku welat ji vê rewşa trajîk derxin û xetereya heyî bi dawî bikin. Pêwîstiyeke lezgîn heye ku hemû hewldanên zarokên Sûriyeyê li hember astengiyên şer û aştiyê bibin yek.
Lewma, nûnerên Heyet El Tensîq El Wetaniye-Hêzên Guhertina Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk li hev civiyan û gelek civîn li dar xistin. Civîn ji bo nîqaşkirina rêbazên çareserkirina aloziya heyî ya di binesaziya rejîmê de, bidawîkirina vê aloziya nîştimanî ya di encama zordestiyê û vebijêrkên leşkerî û ewlehiyê, neqebûlkirina rejîmê ya rastiya xwe û redkirina hemû bangewaziyên hundir û derve yên çareseriya siyasî derketiye, hatin lidarxistin.
Li ser van pîvanan hat lihevkirin:
1-    Damezirandina eniyeke nîştimanî ya demokratîk û sûriyeyî ya berfireh ku ji hêzên şoreşê û opozîsyona Sûriyeyê pêk bê, xwedî li projeya guhertina nîştimanî ya demokratîk û guhertina ji zordestiyê ber bi demokrasiyê ve derkeve, ku di vê demê de ji bo bidawîkirina trajediya li Sûriyeyê pêwîstiyek e.
2-    Her du alî hemfikir in ku serkeftina rêgeha çareseriya siyasî ya nîştimanî ya aloziya Sûriyeyê, bi beşdariya hêzên siyasî-nîştimanî-demokratîk di proseya siyasî de, bêyî ku tu alî bên dûrxistin, li gorî biryara 2254’an a sala 2015`an û hemû biryarên navneteweyî yên têkildar, pêkan e, da ku bikare guhertina siyasî û edalet pêk were, rejîma zordest û berhemên wê bên bidawîkirin, hemû rengên terorê bên tunekirin, di serxistina guhertina nîştimanî ya demokraîtk de rolekê bilîze, dewleta demokratîk a pirreng a xwedî sîstema nenavendî bê avakirin ku hemû sûriyeyî li gorî destûrekê ji bo tevahiya Sûriyeyê li serê li hev bikin anku dewleta demokratîk a modern, dewleta qanûnê û saziyên hilbijartî bên avakirin, erk bên cudakirin, desthilat bi rengekî aştiyane bê birêvebirin, dewleta bêalî ya li hember ol, mezheb, pêkhate û hemû beşên civakî, pêkanîna welatîbûna azad ku maf û erkên hemû ferd û pêkhateyên gelê Sûriyeyê wekhev bin, li ser esasê netewe, ol, mezheb, beş, zayend an meyla siyasî tu dûrxistin an paşguhkirin çênebe. Her wiha ev dewlet li gorî pîvanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û qanûnên mirovî yên navneteweyî tev bigere, ev dewlet xwedî serdestî be, rêveberî di destê gel de be. Ev dewlet dê bikare li hember hemû astengiyan bisekine, serdestî û yekparebûn û ewlehiya axa xwe vegerîne, pêdiviyên jiyana azad û birûmet li gorî destûreke nîştimanî ya nû ji bo hemû sûriyeyiyan peyda bike.
3-    Heyet El Tensîq El Wetaniye û Meclisa Sûriya Demokratîk xwedî li projeya demokratîk derdikevin ku yekparebûna cografîk û siyasî ya Sûriyeyê mîsoger dike, hemû proje û hewldanên parçekirinê û cudaxwaziyê yên gefê li xak û gelê Sûriyeyê dixwin, red dike û ji bo derketina hemû kom û milîsên nesûriyeyî û hêzên biyanî yên li ser axa Sûriyeyê dixebite û teqeziyê bi vê yekê dikin ku divê xwe nespêrin tu aliyên derve.
4-    Çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê çareya yekane ye ku bikare xetereya ji welatê me dûr bixe, hêviyên gelê me pêk bîne. Ev çareserî mîsogeriya yekitî û serdestiya welat e. Li gorî vê helwestê, divê şer û hemû rengên tundiyê û operasyonên leşkerî li axa Sûriyeyê, di serî de çareseriya ewlehî û leşkerî ya ku rejîm li dijî gelê Sûriyeyê bi kar tîne, werin bidawîkirin. Hemwextî vê yekê, divê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên rejîmê û girtîgehên din ên li Sûriyeyê werin berdan. Divê hemû şêwazên şopandina siyasî li hundir û derveyî Sûriyeyê bên betalkirin. Divê çarenûsa yên di bin îşkenceyê de hatine kuştin, yên bi darê zorê li girtîgeh û navendên destgîrkirinê hatine windakirin, bê zanîn û hemû rengên guhertina demografîk bên redkirin, tedbîrên ku vegera ewle û dilxwaz a koçberên li hundirê Sûriyeyê û penaberên bi darê zorê derketine derve ya li warê xwe, bên girtin.
5-    Têkoşîna li hember hemû rengên gendeliyê bê kirin, girîngî ji bo pêşxistina aboriya nîştimanî bê dayîn, dewlemendiyên nîştimanî wekî milkê gelê Sûriyeyê bên hesibandin ji bo ku jiyaneke baştir ji welatiyan re bê peydakirin. Her wiha divê edalet û serxwebûna dadgehê serwer bin, da ku mafên gel û rûmeta wan bê parastin, jin bikarin di dewlet û civakê de bi rola xwe rabin, piştgiriyê bidin ciwanan da ku di dema niha û siberojê de bi roleke pêşeng rabin.
(c)