Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike

Dewlet a Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda, rêya M4 û Kampa Kevin a Eyn Îsayê topbaran dike. Di encamê de şewat li herêma derdorê çêbû.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike
24 hezîran, 2023   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, dewlet a Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda, rêya M4 û Kampa Kevin a Eyn Îsayê topbaran dike.

Di encama topbaranê de şewat li herêma derdorê çêbû. Lê ji ber berdewamiya êrişan, tîmên agirkujiyê nekarî xwe bigihînin wir.

(şx)

ANHA