`Parastina Rêber Abdullah Ocalan erkeke exlaqî ya qanûnî ye`

Yekitiya Parêzeran a Dêrazorê bi koordîneya Meclisa Edaleta Civakî û Saziyên Civaka Sivîl a Dêrazorê ji bo nîqaşkirina sedemên dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û rola hiqûqnasan û parêzaran di têkbirina komployê û bidawîkirina tecrîdê de panelek li dar xist.

`Parastina Rêber Abdullah Ocalan erkeke exlaqî ya qanûnî ye`
24 hezîran, 2023   14:53
DÊRAZOR

Panel bi dirûşma “Parastina Rêber Abdullah Ocalan erkeke exlaqî, qanûnî ye û ji bo hemû gelên azad û aştîxwaz armanc e” li hola Meclisa Sivîl a herêma 7 Kîlo ya Dêrazorê li dar xist. Di panelê de nûnerên Meclisa Sivîl, saziyên civaka sivîl, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Dêrazorê.”

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Dêrazorê Fîras Ebdulezîz panel birêve bir, behsa armanc û mijarên semînerê kir.

Ebdulezîz wiha axivî: “Yekitiya Parêzeran û mezinkirina têkoşînê, bingeha pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.”

/ar/uploads/files/2023/06/24/141600_00048.mts.00_00_22_11.still001.webp

Her wiha di panelê de hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Dêrazorê Secî El Hiwêdî, behsa fikrên Rêber Abdullah Ocalan kirin ku ji ber wê bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û tecrîdeke giran li ser hate ferzkirin.

Dûre beşdaran sedemên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, projeya neteweya demokratîk, rola parêzeran û hiqûqnasan ji bo têkbirina komploya navneteweyî û azadkirina wî, rêbazên hevgirtina pêkhateyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, nîqaş kirin.

Beşdaran, girîngiya rola hiqûqnasan û parêzeran di bidawîkirina tecrîdê û mezinkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de kir.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû: avakirina toreke hiqûqî ya navxweyî û avakirina peywedniyê bi rêxistinên hiqûqî, cîhanî û navneteweyî.

Amadekirina giliyekê bi rêya parêzeran ji bo rêxistina Efûyê.

Avakirina komîteyan ji bo şopandina doza Rêber Abdullah Ocalan.

Avakirina peywendiya bi parêzeran azadî re li her derê; Ewropa û Tirkiyeyê.

Bang li civata navneteweyî bê kirin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Şopandina doza Rêber Abdullah Ocalan bi rêya hevgirtina pêkhate û gelan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî.

(şx)

ANHA