Geşedanên dawîn li Rûsyayê

Serokê Wagnerê tawanbariyên serokê Rûsyayê yên “xiyanetê” red kirin û diyar kir ku koma wî li ser daxwaza serokê Rûsyayê yan jî daxwaza hêzên ewlehiyê teslîm nabe. Kîevê jî destnîşan kir ku bûyerên li Rûsyayê, lawaziya wê nîşan didin û wek destpêka şerê navxweyî bi nav kir.

Geşedanên dawîn li Rûsyayê
24 hezîran, 2023   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê koma “Wanger” Yevgeny Prigozhin bi qeydeke deng got ku serokê Rûsyayê Vladîmir Pûtîn dema ew û çekdarên wî bi xiyanetê tawanbar kirine, şaşiyek mezin kiriye û diyar kir ku dê hêzên wî teslîm nebin.

Prigozhin got: “Em welatparêz in. Em li ser daxwaza serok yan ya hêzên ewlehiyê teslîm nabin.”

Ev cara yekemîn e ku Prigozhin rasterast êrişî Pûtîn dike.

'XIYANET E'

Serokê Rûsyayê îro têkildarî bûyerên li Rûsyayê de axivîbû û soza “bersivdayînê” dabû.

Pûtîn ku li ser kenalên fermi yên Rûsyayê derketibû weşana zindî, gotibû ku ev kiryar “xencera ji piştê ne û endamên Wangerê ber bi îsyana çekdarî ve hatin dehfdan”.

500 KM DÛRÎ MOSKOVÊ

Piştî ku koma Wangerê dest danî ser herêma Voronezh, artêşa Rûsyayê li heman herêmê li dijî wan dest bi operasyona leşkerî kir.

Serokê Wangerê jî demeke berê ragihandibû ku helîkoptereke Rûsyayê ya hewl daye li wê herêmê êrişê pêk bîne, hatiye xistin.

Ajansa Reutersê jî li gorî çavkaniyan ragihandibû ku koma Wangerê hemû saziyên leşkerî yên li herêma Voronezh ku nêzî 500 km li başûrê Movkosê ye kontrol kirine.

Serokê heman komê vê sibehê diyar kir ku ew ketine avahiya giştî ya Fermandariya Artêşê ya li bajarê Rostovê û di nav de balafirgeh, dest danîne ser gelek cihên leşkerî.

'EM JI BO TÊKBIRINA ÎSYANÊ AMADE NE'

Li aliyê din, serokê Çeçenistanê Remadan Qedîrov ragihand ku welatê wî ji bo “têbkirina îsyana Wangerê” amade ye alîkariyê bide.

HELWESTA KÎEVÊ

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî got: “Tişta li Rûsyayê diqewime lawaziya wê nîşan dide. Ew ê nikaribe li Ukraynayê bimîne.”

Şêwirmendê Serokatiya Ukraynayê Michael Budlyak got, “Îsyana serokê Wangerê destpêka şerê navxweyî ye.”

DI 24 SAETÊN DAWÎN DE ÇI QEWIMΠ?

Serokê Wangerê Yevgeny Prigozhin duh bi qeyeke deng gotibû ku artêşa Rûsyayê baregehên leşkerî yên hêzên wî li Ukraynayê bombebaran kirine û di encamê de hejmareke mezin a çekdarên wan hatine kuştin. Her wiha soza tolhildanê dabû.

Piştre, artêşa Rûsyayê ew tawanbarî red kirin û got ku wan tu baregehên Wangerê bombe nekirine. Moskovê jî ragihand ku ji ber “banga îsyana çekdarî” derbarê serokê Wangerê de lêpirsîn vekiriye.

Tê destnîşankirin ku nakokiyên di navbera serokê Wangerê û fermandarên artêşa Rûsyayê de beriya çend mehan di dema şerên li Ukraynayê de derketibûn.

(c)