'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'

Di paneleke MSD`ê de hat diyarkirin ku alozî bêyî diyalogê û pêkanîna biryara 2254'an çareser nabe û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavnedî beyannameya Rêveberiya Xweser nimûne ye.

'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
'Beyannameya çareseriyê ji bo Sûriyeya demokratîk û nenavendî nimûne ye'
24 hezîran, 2023   12:59
HESEKÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, bi mijara nirxandina rewşa siyasî û aloziya Sûriyeyê panelek li Hesekê li dar xist. Bi dehan nûnerên partiyên siyasî, eşîrên Kurd û Ereb, rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe beşdarî panelê bûn.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Di mijara yekemîn de beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser, biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê û bandorên wê yên li qada herêmî, navneteweyî û xwecihî hatin nîqaşkirin. Di mijara duyemîn de normazlîrkirina di navbera hikumeta Şamê, dewletên Ereban û Tirkiyeyê de, encamên civîna Astanayê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê haitn şîrovekirin.

Hevserokê Nivîsgeha herêma Cizîrê ya MSD'ê Hisên Ezam mijara yekemîn a têkildarî beyannameya çareseriyê bi rêve bir. Ezam diyar kir ku bêyî diyalogên navxweyî û derketina hêzên dagirker ji xaka Sûriyeyê, her wiha bêyî pêkanîna biryara 2254'an a Neteweyên Yekbûyî aloziya Sûriyeyê çareser nabe.

Ezam destnîşna kir ku dewleta Tirk dema dawîn gefên xwe li ser zêdetir kirine, da ku beyannameya Rêveberiya Xweser pêk neyê, DAIŞ'iyê girtî neyên darizandin û piştevaniya wê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re neyê teşhîrkirin.

Hisên Ezam diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî ya nenavnedî nimûne ye.

Mijara duyemîn ji aliyê endamê polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Salih Ebdo ve hat birêvebirin. Ebdo bal kişand nêzîkbûna hikumeta Şamê û Komkara Ereban û got: "Mijara normalîzekirinê mijareke medyayî ye. Wê tu çareserî û vegerandina baweriyan tune bin. Sedema vê yekê ew e ku mûzakere pêşde naçin, hikumeta Şamê jî dev ji siyaseta xwe ya destpotî bernade û têkiliyên xwe ji Îranê qut nake."

Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku Rûsya dixwaze Şam û Enqereyê li hev bîne da ku zemînekê ji bo şerê li hemberî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bike.

Ebdî di dewama nirxandinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirk dê bi hemû rêbazan bi kar bîne da ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser nekeve, dê êrişên xwe yên hewayî li ser herêmê û gelên wê bidomîne da ku ewlehiya herêmê têk bibe û di encamê de demografiya wê biguherîne.

Piştre beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran piştgirî dan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê û li hemberî êrişên dewlet aTirk a dagirker banga hevgirtina pêkhateyan û xurtkirina pergala xweparastinê kirin.

(bb)

ANHA