​​​​​​​Cemal Reşîd: Divê her yek ji bo rizgarkirina Efrînê xwe berpirsyar bibîne

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê got, divê her koçberek ji bo rizgarkirina Efrîn ji dagirkirina xwe berpirsyar bibîne û li hemberî dagirkeran û polîtîkayên wan berxwedanê geş bike.

​​​​​​​Cemal Reşîd: Divê her yek ji bo rizgarkirina Efrînê xwe berpirsyar bibîne
24 hezîran, 2023   00:47
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd, têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker  ên li kantona Efrînê û li hemberî van siyasetan erka ku dikeve ser milê gelê herêmê ji ANHA'yê re axivî.

Cemal Reşîd di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi armanca zindîkirina xeyalê Osmaniyan plana dagirkirina herêmê daniye. Dagirkirina Efrînê ya ji 5 salan ve parçeyekî vê plane ye. Di heman demê de Peymana Edene ya sala 1998'an parçeyekî din vê planê ye ku li gorî wê dewelat Tirk piştî aloziyê derbasî Sûriyeyê bû."

Reşîd anî ziman ku bi destpêka aloziya Sûriyeyê  re dewleta Tirk çeteyên ku  perwerde kiribûn, ji Şamê birin bakurê Sûriyeyê bi taybet li herêman Kurdan û wiha domand: "Piştî vê yekê tavilê êrişên hovane li ser kantona Efrînê dest pê kirin. Digotin, kantona ku di salên dawî de xwe bi rêve dibir dê bikeve nava planên dewletên mezin. Van dewletan dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hêsan kir."

Li ser rewşa Efrînê ya piştî dagirkirinê jî Reşîd got: ''Bi dagirkirina kantona Efrînê re, siyasetên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê,  mîna siyasetên wê yê herêmên din ên dagirkirî wekî Idlib, Cerablus û Ezazê di çarçoveya guhertina demgorafîk û tirsandina şêniyan de nebû. Lê armanca wê qutkirina kantona ji cografiya Sûriye û Kurdistanê bû. Armanc ew bû ku Efrînê tev li Tirkiyeyê bike û bi vê yekê jî  rê ji çeteyên tundaw û dizan veke da ku bi sûcên kuştin, revandin û tanakirina milkan şêniyan bitirsînin."

Cemal Reşîd destnîşan kir ku siyaseta guhertina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dimeşîne, ji birîna daran, wêrankirina mizgeftan û mezarên olî û ji talankirina şûnwaran û avakirina avahiyên mêtingeriyê wêdetir e û ev nirxandin kir: "Guhertina demgorafîk siyaseteke rêxistinkirî û plankirî ye, amranc jê îmhakirina dîroka Efrînê ye, rewakirina dagirkirina herêmê û guhertina demgorafîk a giştî ye."

Reşîd bal kişand ser xetereyên van siyasetan jî û got: " Dewleta Tirk a dagirker ji hewldanên qutkirina Efrîn ji Sûriyeyê wêdetir, zarokên li ser îdeolojiya îxwanî ya li gorî armancên AKP'ê ya faşîst pewerde dike. Bi vê yekê dixwaze dagirkeriyê bisepîne, kantonê ji Sûriyeyê qut bike û şêniyan ji cewherên wan dûr bixe."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd bang li şêniyên li kanotna Efrînê ya dagikirî kir ku  li hemberî dagirkeran û siyasetên wan berxwedanê bidomînin û nehêlin îdeolojiya îxwan ya osmanî li herêmê belav bibe. Her wiha bang li koçberên li kantona Şehba û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ''Ji bo rizgarkirina Efrîn ji dagirkeran, zilm û destpotiyê û ji bo parastina dîroka herêmê,  xwe berpirsyar bibin û li hemberî sûcên dagirkeran ên li Efrînê helwesteke yekbûyî nîşan bibin.''

(bb)

ANHA