​​​​​​​Jinên ji Kobanê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan girêdayî hêza têkoşîna gel e

Jinên ji Kobanê sersariya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî ya têkildarî binpêkirina mafên mirovan ji hêla dewleta Tirk ve rexne kir û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hêza têkoşîna gel ve girêdayî ye.

​​​​​​​Jinên ji Kobanê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan girêdayî hêza têkoşîna gel e
23 hezîran, 2023   23:40
KOBANÊ

Li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan jinên ji Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Zeyneb Nesan li ser dewama tecrîdê û tevgerên rêxistinên mafên mirovan û NY′yê wiha got: "Hemû binpêkirinên Tirkiyeyê ji qanûnên navneteweyê yên têkildarî mafên mirovan re paşguh in."

/kr/uploads/files/2023/06/23/182718_.webp

Zeyneb wiha domand: "Em di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de pişta xwe nadin tu aliyekî navneteweyî, ji ber azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bi bilindkirina têkoşîna li dijî planên dewleta Tirk a dagirker û hêzên kompler pêk were."

Zeyneb wiha pê de çû: "Ger rast qanûna mafên mirovan hebûya, wê demê dê rêberê me di nava me de bûya, her wiha wê demê balafirên delweta Tirk li ser me nedigerîn û welatî şehîd nedibûn."

/kr/uploads/files/2023/06/23/182703_.webp

Welatiya bi navê Zehîde Cezaîrî bi Zeynebê re li ser dewama komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û kesên bi fikra wî bandor in re li hev kir û got: "Dewlet li dijî gelê Kurd komployan pêk tînin, ger ne ji wê yekê bûya, dê bertekek li dijî tecrîdê nîşan bida û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêm bisekiniya."

/kr/uploads/files/2023/06/23/182649__1.webp

Rewşen Berxo jî wiha got: "Em tecrîda li dijî rêberê xwe qebûl nakin û xwesteka me ew bi fîzîkî di nava me de bijî. Em di dawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêbertî de pişta xwe nadin tu kesî. Em îro xwedî vîn û fikra azad a rêberê xwe ne. Ji lew re dem hatiye ku ev rêxistina xwe xurt bikin û girtîgeha Îmraliyê bişikînin."

Desthilatên Tirkiyeyê ji zêdetirî 27 mehan ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Lê tevî wê jî çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, her wiha tevgerên siyasî û dîplomasî li Ewropayê dewam dikin.

Komeke hiqûqnasên li cîhanê xwe amade dikin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan di cîna 53′yan a Komîteya Daîm a Mafên Mirovan a NY′yê de pêşkêş bikin û komîteya mafên mirovan li ser raporên ji wê re hatine pêşkêşkirin ên der barê binpêkirinên li ijî girtiyên siyasî li Tirkiyeyê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan lêpirsîn bikin.

(fr)

ANHA