​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'

Karkerên paqijiyê û aliyên têkildarî diyar kir parastina paqijiyê giştî berpirsiya hemiyan e û tevkariya di navbera welatiyan û xebatkarên paqijiyê de jî rêya avakirina jîngeheke tendurist û paqij e.

​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
​​​​​​​'Ji bo jîngeheke tendurist tevkarî pêwîst e'
24 hezîran, 2023   01:33
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina jîngehê yek  ji hêmanên sereke yên projeya neteweya demokratîk e. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide mijara paqijiyê û dem dem pêngavên çandina daran û paqijkirina deverên giştî li dar dixe. Ji vê zêdetir jî şaredariyên gel girîngiyeke mezin didin vê mijarê.

Karkerên paqijiyê yên şaredariyên gel çopan ji kolan, rê û sûkên giştî yên nav bajar, navçe û bajarokan kom dikin û davêjin sergoyan an jî ji bo lêvegerê vediguhêzin kargehan.

Ruxmî van hemûyan jî lê pirsgirêka çopê hîna bi dawî nebûye. Sedema vê yekê ew e ku welatî pabendî rêgezên paqijî û avêtina çopê ji bo cihên wan ên taybet nabin.

Desteya Jîngehê ji bo cezakirina kesên ku rêgazên paqijiyê bin pê dikin, gelek qanûn derxistin. Ji wan; qanûna cezakirinê ya avêtina çopan ji pencereyên erebeyan û balkonên û avêtina çopan bêyî ku bixin nav kîsan û devê wan bigirin.

Ji bingehê "Em welatiyên vî welatî ne û paqijkirina welatê me erka me ye", li bajar, gund û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan pêngavên paqijkirinê hatin lidarxistin, bang li xwediyên dikanan hate kirin ku pabendî demên avêtina çopan bibin.

'EM DIXWAZIN PAQIJIYA BAJARÊ XWE BIPARÊZIN'

/kr/uploads/files/2023/06/23/182258_-large.webp

Der barê vê mijarê de, welatiya bi navê Şerîfe Îbrahîm a ji Qamişlo got: "Ez gelekî ji paqijiyê hez dikim û ji bo paqijiya taxa xwe baldar im. Divê her kes pabendî qanûnên paqijiyê bibe û herî kêm pêşiya mala xwe paqij bike û çopan di wextê wê yê taybet de bavêje. Gelek caran em dibînin ku welatî qirêjê ji penceryên erebeyan diavêjin, ev yek zerareke mezin dide mirov, lawir û nebatan."

Welatiya bi navê Mecîde Mîrxan jî destnîşan kir ku divê her kes ji bo paqijiya bajarê xwe baldar be û got: "Qirêj di hundirê çopdankan de tên avêtin, ne li kêleka wan."

NÊRÎNA KARKERÊN PAQIJIYÊ

Karkerên paqijiyê xwedî rola mezin a avakirina jîngeheke paqij û tendurist in. Li Qamişloyê karkerên paqijiyê avêtina çopan a ne di wext de û ne li cihê wê rexe kirin û banga hevkariyê kir.

/kr/uploads/files/2023/06/23/182415_-large.webp

Ebdurehman Mihemed karkerekî paqijiyê yê şaredariya Qamişlo got: "Welatî pabendî wext û cihê taybet ên avêtina gemarê nabin û gemarê jî naxin kîsan, di encamê de jî sewalan gemarê li erdê belav dikin û em jî gelek zehmetiyan dikişînin."

Ebdurehman destnîşan kir ku saeta avêtina çopan di navbera 06:30'an û 07:00'an sibeha de ye û got, erebeyên komkirina çopan hefteyê 4 rojan li nav taxan digerin.

/kr/uploads/files/2023/06/23/182243_-large_1.webp

Karkerê bi navê Diyab Mihemed El Exres jî got: "Em saet di 06:30'an de dest bi kar dikin. Hin welatî  îdia dikin ku ew dengê erebeyên komkirina çopan nabihîsin. Em nêzî saetekê di her kolanekê de dimînin, tevî wê jî hin welatî hene piştî em diçin çopan davêjin."

Diyab diyar kir ku ji bo ku welatî ji dengê erebeyê aciz nebin muzîkê pêdixin, lê tevî wê jî welatiyan rexne dikirin û got: "Daxwaza me ew e ku ew çopan di wextê wê de bavêjin û welatî bi me re bibin alîkar."

ZIRAR MEZIN E

/kr/uploads/files/2023/06/23/182206_-large.webp

Mayîna çopan demeke dirêj li cihekî dihêle bêhna nexweş û nexweşiyên ku metirsiyê didin tenduristiya mirov, ajalan û giyayan belav bibin. Girêdayî vê yekê, rêvebera Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Cizîrê Alaa Setam destnîşan kir ku zirara ku ji ber qirêjiya di encama belavbûna çopan de çêdibe, mezin e.

Alaa Setam got: "Li Hesekê me pêngava lêveger û jinûve bikaranîna çopan da destpêkirin. Me bi lêvegera li kartonan dest pê kir. Ev kar niha di qonaxa duyemîn de bi tevkariya komîn û aliyên têkildarî tê kirin. Eger encama vê pêngavê baş e em ê li hemû bajarên herêmê li dar bixin."

'ARMANCA ME YA SEREKE BELAVKIRINA ÇANDA PAQIJIYÊ YE'

/kr/uploads/files/2023/06/23/182227_-large.webp

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer got: "Em her demekê pêngavên hişyarkirinê li dar dixin. Armanca me ji van pêngavan belavkirina çanda baweriyê di nav karkerên paqijiyê de ye. Em  ji welatiyan re diyar dikin ku berpirsên paqijiya bajarê me em in. Em banga hevkariya bi karkerên paqijiyê re dikin.''

Têkildarî pêngavên ku li dar xistine jî Bêrîvan Omer wiha zêde kir: "Me pêngav li deverên stratejîk wek dibistanan li dar xistin, da ku em zarokan li ser paqijiya kesayetî û ya giştî perwerde biki. Eger em ji zaroktiya xwe ve hînî çanda paqijiyê bibin dê ev çand bi me re jî mezin bibe. Her wiha me pêngav li seyrangehan jî nexasim li herêmên Dêrikê, Mizgeft, Girkê Legê û gelek deverên din li dar xistin, da ku em diyardeya avêtina çopan li seyrangehan bi dawî bikin. Hinekî bêpirsyarî ji aliyê welatiyan ve heye, welatî dibêjin şaredarî heye divê ew kolan û taxan paqij bike, lê belê ew nerast e, ji ber ku em bi xwe berpirsên paqijiya derdora xwe ne."

(mh/bb)

ANHA