Macron: Rûsya îstîqrara Afrîkayê tevlihev dike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron Rûsya bi hewldana xirakirina îstîqrara Afrîkayê tawanbar kir.

Macron: Rûsya îstîqrara Afrîkayê tevlihev dike
23 hezîran, 2023   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya lûtkeya ‘Mîsaqa Nû ya Cîhanê′ ya li Parisê, Macron got “Rûsya li Afrîkayê bi rêya milîsên xwe yên taybet hêza bêîstîqrariyê ye”.

Macron destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî ew yek li ser koma Wagner belge kiriye.

Macron diyar kir ku Moskov rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire û bûye yek ji hêzên mêtinger di sedsala 21′an de, bi rêya şerê mêtingeriyê yê li dijî Ukraynayê.

(fr)