Malbat û parêzeran serî li dozgeriyê da

Malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da.

Malbat û parêzeran serî li dozgeriyê da
23 hezîran, 2023   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 25'ê Adara 2021'an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtina Cejna Qurbanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da. Serlêdana malbatan a ji bo cejnê ji bo 27-30'ê Hezîranê ye.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî jî ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê da. Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û girtîgehê da.